Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Rêveberiya tirk careke din cezayê hucreyê da Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan. | Çap kirin |
 Rêveberiya tirk careke din cezayê hucreyê da Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan.
Ocalan jî cezayê hucreyê wekî hewldana wî ji kurdan û azadiyê dûrxistin nirxand û got ku tu hêz nikare wî ji kurdan dûr bixe û hewldanên li hemberî hev anîna kurdan jî, wê pûç derkevin.

Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî, cezayê hucreyê, êrîşên bombeyî, operayonên artêşa tirk, polîtîkayên AKP û hewldanên li hemberî hev anîna kurdan nirxandin.

Ocalan diyar kir ku, rêveberiya tirk careke din cezayê hucreyê daye wî û got: ' Bi cezayê hucreyê dixwazin dev ji kurdîtî, PKK, azadî û têkoşîna azadiyê berdim. Ma tiştek wisa dibe? Ezê çawa dev ji kurdîtî û azadiyê berdim? Bi vî rengî dixwazin ez rêxistinê belav bikim û lê wê negihêjin armanca xwe'.

Ocalan balkişand ser operasyon û êrîşên bombeyîyên artêşa tirk jî û got: 'Her roj bombe dikin. Ji aliyekê bombe dikin û ji aliyê din dixwazin ez rêxistinê belav bikim. Ma tiştek wisa dibe? Ma ez dikarim ji vir ferman bidim?'

Ocalan operasyon û êrîşên bombeyî wekî berjewendiyên hin aliyan nirxandin û got: 'Ez behsa siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk dikim. Heger çareserî pêk neyê, tiştên pêk bên tînim ziman. Lê ji vir ferman nadim. Ji vir nikarim rêberiya pratîk û taktîk bikim. Jixwe destûr bidin jî, ez bi xwe di van şertan de nakim û ji vir ferman nadim'.

Rêberê KCK'ê êrîşên lînçkirina kurdan jî wekî hewldana hêzên kûr nirxand û got: 'Li pey van kampanyayên lînçkirinê hêzên kûr û girîng hene. Dixwazin gelan bixin qirika hev. Ji bo girtina pêşiya van, min berê Meclîsên Bajaran pêşniyar kiribûn. Nunerên partiyên din jî dikarin tevlî van meclîsan bibin. Wekî mînak dema li Sakaryayê wê çalakiyek were lidarxistin, wê demê meclîsa bajêr dikare ji bo aştiyê biryar bide û bi vî rengî wê pêşiya nijatperestî were birîn'.

Ocalan careke din girîngiya hevkariya hêzên demokratîk anî ziman û got: 'DTP, SDP, ODP û hêzên din ên demokratîk dikarin bi hev re hereket bikin. Dikarin rêxistineke hevpar pêk bînin û bi hev re bikevin hilbijartinan. Dema wisa bibe wê pêşiya xebata gelên cûda vebe û wê pêşiya dijberiya gelan ya li hemberî hev were girtin.

Ocalan hewldanên Tirkiyê yên ji bo PKK û Hêzên Başûrê Kurdistanê bixe qirika hev jî nirxandin û got: 'Tirkiye dixwaze me bixe qirika hev. Lê wê ev pêk neyê. Talabanî bi xwe jî li Tirkiyê bi awayekî zelal gotibû ku, wê bi PKK re şer nekin. Tirkiye têkiliyên xwe yên bi Başûrê Kurdistan, Celal Talabanî û Mesût Barzanî re baş bike jî, wê ev daxwaza wê bi cih neyê. Wê êdî di navbera kurdan de şer nebe. Kurd ji aliyê zanîna netewî pêş ketine, were xwestin jî wê şerê hundur pêk neyê û wê kurd destûr jî nedin şerê hundurîn'.

Ocalan bi bîr xist ku, li Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê hêzeke girîng a PKK'ê heye û got: 'Tirkiye ji ber vê hêza PKK'ê, dixwaze hêzên Başûr bi PKK'ê re şer bikin. Lê belê wê ev yek tu caran pêk neyê. A rast Tirkiyê bi xwe jî vê yekê dizane, lê belê dîsa jî hewldanên xwe didomîne'.

Ocalan li ser doza girtinê ya derbarê AKP'ê û îhtimala girtina AKP'ê jî got: ' Piştî bûyera Şemzînanê, dewlet û AKP li hemberî kurdan li hev kirin. Hukumeta AKP'ê wekî hukumeta şer tevgeriya. Li gorî planê wê AKP bi riya tarîkatan kurd kontrol bikira û wê dewlet jî bi ser kurdan de biçûye. Emerîka jî, ji bo AKP' bi riya tarîkatan kurdan kontrol bike û ji bo polîtîkayên xwe yên derbarê Îran û Rojhilata Navîn de piştgirî da. Lê belê Emerîka dît, AKP nikare kurdan kontrol bike û derbarê Îranê de jî tiştên dixwaze nagire. Ji ber vê jî, wê AKP nikaribe piştgiriya Emerîka bigire û piştî vê saetê wê nikare be bi hêzên din re li hev were û bi îhtimala mezin wê were girtin'.

Ocalan bal kişand ser polîtîkaya berjewendî-perest a AKP'ê jî û ji hemû kurdistaniyan xwest ku, dengê xwe nedin AKP'ê û got: 'Her dengê ji bo AKP'ê, dengê ji bo şer e. Lewma divê kurd, dengek jî nedin AKP'ê'.

Ocalan doza girtinê ya derbarê DTP'ê de jî nirxand û got: 'Bi îhtimala mezin, ewê DTP'ê bigirin. Heger bigirin, kurd dikarin rêxistiniya demokratîk pêş bixin. Çareseriyeke çawa dixwazin, bila li gorî wê xwe rêxistin bikin û rêyeke hiqûqî bibînin'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan careke din banga tevlîbûna siyaseta demokratîk li jinan kir û got: 'Jin dikarin ji bo siyaseta demokratîk bixebitin. Dikarin di Akademiya min behs kiribû de, xwe pêş bixin û perwerde bikin. Di heman demê de Akademiyên din jî, dikarin bi hezaran kesan, di çarçoveya siyaseta demokratîk de perwerde bikin'.

Ocalan got ku, heger hukumet ji bo çareseriya demokratîk gavek biavêje jî, ew amadeye, berpirsyariyên dikevin ser milê wî bi cih bîne.

Rêberê KCK'ê hemû kesên rewşa wî dipirsin û jê re name û silavan dişînin jî, silav kirin.


< <<   >> >