| HPG bersiv da operasyonan: '5 leşker mirin' | | Çap kirin | |
|
Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê encama operasyonên artêşa tirk ên li herêmê de daxuyaniyek weşand. HPG'ê diyar kir ku, di 18'ê hezîranê de, yekîneyeke wan, li bejahiya Şemzînanê li leşkerên derketibûn operasyonê xistin e. Li gorî daxuyaniyê, di encama çalakiyê de jî 2 leşker mirine û gelek jî birîndar bûn. Navenda çapemeniyê diyar kir ku doh jî, gerîlayên wan, li herêma Besta ya Şirnexê jî, li leşkerên derketibûn operasyonê xistin e. Di encama çalakiya li nêzî girê Mergumarê de jî, 3 leşker mirine û 5 jî birîndar bûn e. Hêzên tirk jî, piştî darbe xwarine, paşde vekişiyane. Li aliyê din, 4 balafirên şer ên tirk, hin deverên çiyayê Gabarê bombe kirin. Navenda çapemeniya HPG'ê diyar kir ku, ji ber bombebaranê tu wendahiya wan çênebûye. Di vê navberê de, leşkerên tirk daristanên Hirareş û Basret yên li Çiyayê Gabarê dan ber agir û şewata derketiye jî dewam dike. Ji aliyê din ve, li Dêrsimê doh şev li nêzî gundê Welîkanê, gerîlayên HPGê û leşkerên tirk şer kirin, as-sûbayek birîndar bû. Rayedarên tirk jî îdîa kirin ku, di şer de gerîlayekî HPGê jîyana xwe ji dest daye. Lê belê ev îdîa heta niha ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehate piştrastkirin û operasyona li herêmê jî hê dewam dike. Di vê navberê de, artêşa tirk, li navçeya Ame Haniyê, li bejahiya gundê Dîlbeyê û li bejahiya Şirnexê dest bi operaysonên nû kir. Operasyona Şirnexê, li Çîyayê Gabar, Cûdî û Bestayê tê meşandin û di dema destpêkirina xetên têlefon û înternetê yên Şirnex û navçeyên wê hatin birîn. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Hêzên Parastina Gel HPG'ê li Şirnex û Şemzînanê li leşkerên derketibûn operasyonê xistin, 5 leşker mirin.