Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Herêmên Başûrê Kurdistanê tên bombe kirin. | Çap kirin |
Balafirên şerên tirk hin Herêmên Başûrê Kurdistanê bombe kirin.

Balafirên şerên tirk hin Herêmên Başûrê Kurdistanê bombe kirin.

Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî jî, êrîşên artêşa tirk ji nedîteve ahtin û bi rûkenî rayedarên tirk pêşwazî kirin.

Balafirên şer ên doh bi şev ji balafirgeha leşkerî ya Amedê rabûn, hin niqteyên Çiyayê Qendîlê bombe kirin.

Navenda çapemeniya PJAK'ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku êrîşên bombeyî li hemberî herêmên Balakatî, Kortek, Şehîd Harûn, Şehîd Rojhat û Kanî Cengê pêk hatine.

PJAK da zanîn ku êrîşên bombeyî saet di 11 û nîvan de dest pê kirine û heta saet 2 dewam kirine.

PJAK derbarê encama êrîşê de jî agahî da û got ku, heta niha ji ber êrîşên hewayî tu wendahiya gerîla çênebûne û bi yekîneyeke gerîla jî, hê têkilî nedaniye.

Navenda çapemeniya PJAK'ê anî ziman ku, artêşa tirk gundên Surede, Bole, Rizde, Meredo, Çakûç û Kalatukayê jî, bombe kirine.

PJAK diyar kir ku, wê derbarê wendahiya can û hesara madî ya gundiyan de, paşê raya giştî agahdar bike.

Li aliyê din, Ji berdevkên PKK'ê Ahmet Daniş,derbarê êrîşên hewayî de, ji ajansa navnetewî AFP'ê re axivî.

Daniş diyar kir ku, Tirkiye û Îran hev re êrîşên Qendîlê dikin û anî ziman ku ji ber êrîşên doh bi şev tu wendahiya wa çênebûye.

Ji berdevkên PKK'ê Ahmet Daniş da zanîn ku, rayedarên tirk û îranî di 30'ê nîsanê de hevdîtineke dizî pêk anîne û êrîşa doh bi şev jî, encama wê civînê ye.

Dema ku balafirên şer yên tirk, Çiyayê Qendîlê bombe dikirin, rêveberên Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Iraqî, hevdîtinên li dijî Tevgera Azadiya Kurd pêk dianîn.

Şewirmendê Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan, Ahmet Davutoglu tevî heyetekê çû Baxdayê û bi Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Di heman demê de, Alîkarê Talabanî yê sunî Tariq Haşimî jî, li Enqerê bi rayedarên tirk re hevdîtin pêk dianîn.

Mijara hevdîtinan jî, hevkariya li dijî Tevgera Azadiya Kurd bû.

Serok-komarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî, alîkarê wî Tariq Haşimî û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî, êrîşên bombeyî yên balafirên tirk, ji nedîtîve hatin û bi rûkenî tevgeriyan û kêfxweşiya xwe ya ji ber hevdîtinan anîn ziman.

Balkêşiyeke din, heyeta tirk ku çû Baxdayê, wekî walîyê mêtînger tevgeriya û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî anî ber destên xwe û daxwazên xwe yên derbarê PKK'ê de, ragihandin wî.

Neçirvan Barzanî jî, bi sedema rêveberiya tirk ew qebûl kiriye û bi wî re ketiye têkiliyê, kêfxweşiya xwe anî ziman û hêvi kir ku, têkiliyên wan û Tirkiyê pêşbikevin.

Ev helwest, bi gotineke din, ev bêhelwestiya Barzanî, rayedarên tirk kêfxweş kir û tê texmîn kirin ku, rayedarên tirk di demeke nêzîk de, wê Nêçîrvan Barzanî dawetî Enqerê bikin.

< <<   >> >