| KCK'ê fermana berxwedana tolhildanê da gerîlayan. | | Çap kirin | |
|
Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji bo gerîlayên HPG'ê giştînameyek weşand û fermana berxwedana tolhildanê da gerîlayan. Navenda Parastina Gel a KCK'ê giştînameyek şand gerîlayên HPG'ê re û bi bîr xist ku, Çiyayê Gabarê bi hevkariya Îsraîlê hatiye bombe kirin û soza tohildanê da. KCK'ê diyar kir ku, artêşa tirk di 4'ê kanûna 2007'an de, bi hevkariya Îsraîlê, biryargeha wan ya li Gabarê hedef girtiye û ji ber bombeberanê Endamê Konseya Leşkerî Ramazan Aybî bi navê kod Adil Amed jiyana xwe ji dest daye. KCK'ê da zanîn ku, baş dizanin wê dewlet û çapemeniya tirk, wekî şehedata fermandarê mezin Egît bi navê din Mahsûm Korkmaz bi rojan propaganda bikin û got: 'Lê belê em careke din dibêjin, wê ev hêviya wan pûç derkeve û ev daxwaz di qirika wan de bimîne. Çawa Tevgera Azadiyê li ser şehadeta wî û fermana wî, şoreşa vejînê pêk anî, ji 7 salî heta 77 salî, hemî kurd rakirin ser piya û artêşa gerîla pêk anî, wê ji bo bîranîna hevalê Adili û şehîdên Botanê, rêxistiniya komunal pêk bîne û jiyana demokratîk bigire bin garantiyan'. Navenda Parastina Gel a KCK'ê bal kişand ser pêşketina têkoşîna gelê kurd û got ku, wê tu hêz nikaribe pêşiya meşa azadiya gelê kurd bigire û wê gelê kurd rêxistineke gerîla ku berxwedena parastina rewa pêş dixe û paratina bingehîn biafirîne'. KCK'ê bi bîr xist ku, di bin hemû serkeftinên mezin de, îmzeya Adil Amed heye û got: 'Ji niha û pê ve, wê gerîla berxwedana tohildana şehîdên Botanê pêş bixe. HPG wê ji bo bîranîna Adil Amed, di nava salekê de, hejmara gerîla qat be qat zêde bike. Wê gerîla tola şehîdan bigire. Bila gumana tu kesî tunebe. Wê hêzên gerîla, tola fermandar û şehîdên xwe bigire'. KCK banga li hemû kurdistaniyan, dostan û hêzên demokratîk jî kir û got: 'Bila gelê me, dostên me û hêzên demokratîk jî, bawer bikin ku, wê gerîla têkoşîna di bin fermana 'adilan' de pêş bixe. Emê hêza xwe zêde û berxwedana xwe pêş bixin. Wê gelê kurd bi ciwan, keç û zilamên xwe, bibin mîlîtanên APOYÎ û di têkkoşîna azadiyê de cih bigirin û berxwedanê pêş bixin'. Navenda Parastina Gel a KCK'ê tevlîbûna sed hezaran ya çalakiyên îsal wekî garantiya bi cih anîne planên xwe nîşan da û got: 'Wê ev gel, hê bi deh hezaran agitan, adilan û gulbaharan derxe û wan wekî gerîla sewqî Botan û çiyayê Azadiyê bike'. KCK'ê bal kişand ser biryara Îsraîlê ya li Batmanê û got: ' Di pengava Êdî bes e' ji eniya gerîla tevlîbûna herî mezin Adil Amed nîşan da. Gabar vegerand qada berxwedanê. Bi çalakiyên pêk anîn, darbe li dewleta tirk xist û hêz û moral da gerîla û gel. Ji ber vê taybetiyê, Gabar bû hedef. Tirkiye ji bo vê armanca xwe, hemû derfetên xwe derxistin bazariyê. Bi Emerîka, Îsraîl û Ewropayê re bazarî kir û bi piştgiriya ji wan girt, êrîşê gerîla kir. Îsraîl jî, bi biryargeha li Batmanê, tevlî êrîşan bû.Tîmên Keşfê yên Îsraîlê cihê Biryargeha Gabarê tespît kir û êrîş li ser tespîta wê pêk hat'. Navenda Parastina Gel a KCK'ê ji hemû gerîlayan xwest ku, bi rihê tolhildana Adil Amed û şehîdan tevbigerin û berxwedana tolhildaê pêş bixin. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB