Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş ji wezîfeya xwe îstifa kir | Çap kirin |
Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş ji wezîfeya xwe îstifa kir û DTP dest bi amadekariya kongreya awarte kir.

Demîrtaş doh ji ber ku ew birine leşkeriyê, ji hev-serokatiya DTP'ê îstifa kir.

Ji ber îstifaya Demîrtaş, divê DTP di nava 45 rojan de, kongreya awarte pêk bîne û serokê xwe hilbijêre.

Çavkaniyên DTP'ê diyar kirin ku, kongreya awarte wê meha bê pêk bînin.

Hêzên tirk bi îdîaya ji bo leşkeriyê neke, Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş girtibû, 5 mehan li girtîgehê mabû û berî çend rojan jî sewqî leşkeriyê kiribû.

Di vê navberê de, ji parlementerên DTP'ê Selahattîn Demîrtaş, Sabahat Tuncel û Hamît Geylanî çûn serdana serokê xwe yê berê.

< <<   >> >