| Dewlet bi awayekî hovane êrîşê kedkaran kir. | | Çap kirin | |
|
Dewleta tirk careke din rûyê xwe yê êrîşkar nîşan da û bi awayekî hovane êrîşê kedkaran kir.
Hêzên tirk qadên Stenbolê vegerandin wekî qadên şer, bi sedan kes birîndar kirin û zêdetirî hezar kes jî girtin binçavan. Bi hezaran karker di saetên sibe de, ji deverên cûr be cûr ên Stenbolê, ji bo pîrozkirina 1'ê gulanê û bîranîna qurbanên êrîşa 1'ê gulana 1977'an, ber bi Taksîmê ve bi rê ketin. Lê belê hukumeta AKP'ê Stenbol vegerand wekî qada şer û polîsan jî cejna 1'ê gulanê vegerandin cejna gule-reşandinê. Hêzên tirk ji aliyekê hemû rêyên ku derdikevin Taksîmê girtin, bombeyên gazê û ava bi tazyîk barandin ser welatiyan û ji aliyê din ve jî Navenda Giştî ya DÎSK'ê dorpêç kirin û nehiştin kes derkeve derve. Ji ber êrîşên hêzên tirk, bi sedan welatî birîndar bûn û qereqol û nexweşxaneyên li herêmê jî, bi welatiyan tijî bûn. Hêzên tirk,di dema êrîşan de tu sînor nas nekirin û bombeyên gazê avêtin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê jî. Rayedarên hukumeta AKP'ê jî di dema êrîşan de diyar kirin ku wan fermana tu kesî nêzî Taksîmê nekin daye. Polîsan pêwistiya biryara hukumetê bi cih anîn û ji bilî komeke parlementer, tu kes nêzî Taksîmê nekirin. Li ser êrîşan jî, sendîkayan bi sedema ewlekariya can nîne, çûyina Taksîmê betal kirin û ji êrîşan jî hukumeta AKP'ê berpirsyar girt. Serokê DÎSK'ê Suleyman Çelebî bi zimanekî tûnd hukumeta AKP'ê rexne kir û da zanîn ku, bi pêkanîna îro îspat bû, hukumeta AKP'ê tenê ji bo turbanê azadîxwaz e. Çelebî, îstifaya Serokwezîr, Wezîrê Karên hundur û walîyê Stenbolê jî xwest û anî ziman ku, wê hesabê êrîşên îro ji AKP'ê bipirsin.Li Kurdistanê jî, 1'ê gulanê cejna karkeran hate pîrozkirin. Li Amedê li ser destûr-nedanê, komîteya amadekar li Qada Deriyê Çiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna, Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş, şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Serokê DTP'a Amedê Necdet Atalay jî di nav de bi hezaran kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê jî, ji ber beşdariya bi hezaran kesan, vegeriya mîtîngê. Bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyê bûn, 'siloganên 'Bijî Serok APO', 'Qatil Erdogan' û 'Bijî 1 Gulan' qîriyan û êrîşa li hemberî pîrozbahiya 1'ê gulanê ya Stenbolê jî, şermezar kir. Beşdaran êrîşa nijatperesta li Sakaryayê jî şermezar kirin û xwestin pêşiya êrîşên nijatperest were girtin. 1'ê gulanê li Dersim, Elezîz, Wan, Agirî, Mûş, Colemerg, Erdaxan û Qers jî di nav de li bajarên din ên Kurdistanê jî, bi çalakiyên cûr be cûr hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyan bûn, siloganên 'Bijî 1 gulan', 'Bijî Serok APO' û 'Qatil Erdogan' qîriyan û êrîşa nijatperest a li Sakaryayê jî şermezar kir. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB