Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Zana;'PKK dengê qîrîna gelê kurde' | Çap kirin |
Parlementera berê ya DEP'ê Leyla Zana, Partiya Karkerên Kurdistan PKK wekî dengê qîrîna gelê kurd bi nav kir.

Zana ji ber lêpirsîneke derbarê axaftia wê ya di 23'ê sibatê de, îfade da Serdozgeriya Amedê.

Zana îdîaya dozgeriyê ya wekî 'PKK rêxistineke terorîste û wê jî propagandaya terorê kiriye û bi gotina 'Birêz Ocalan' jî, pesnê sûc û sûcdar daye' red kir.

Parlementera berê Leyla Zana bi bîr xist ku, 3 mîlyon û nîv kurd, Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe dibînin û ji ber vê gotina 'Rêberê gelê kurd birêz Ocalan' bikaraniye û got: ''Bi vê gotinê min propaganda nekiriye. Min heqê kesekî ku ji bo azadiya gelê kurd û jinên kurd têkoşîn meşandiye, daye'.

Leyla Zana li ser pirsa ew çima PKK'ê wekî terorîst bi nav nake jî got: 'Ez bawer dikim ku, PKK navê qîrîna gelê kurd e. Ji ber vê jî, ez operasyonên artêşa tirk şermezar dikim, dixwazim operasyon rawestin'.

Dozgeriya Amedê wê piştî vê îfadeya Leyla Zana, biryara doz veke an neke bide.

< <<   >> >