| KCK ji ber operasyonan hukumeta AKP'ê hişyar kir. | | Çap kirin | |
|
Koma Civakên Kurdistan, ji ber operasyonan hukumeta AKP'ê hişyar kir û da zanîn ku, cambaziya AKP'ê zirarê dide Tirkiyê.
Serokatiya Konseya rêveber a KCK'ê operasyonên hewayî yên artêşa tirk, siyaseta AKP'ê û pêkanînên li dijî Hev-serokê DTP'ê Nurettîn Demîrtaş nirxandin. KCK'ê bi bîr xist ku, dewleta tirk di 25 û 26'ê nîsanê de, ligel hewldanên wan ên ji bo çareseriya demokratîk, bi piştgiriya Emerîkayê, li hemberî Herêmên Parastina Medyayê, êrîşên hewayî pêk anîne. KCK'ê êrîşên 25 û 26 nîsanê, wekî hewldana ji nû ve zindî kirina konsepta têkçûyî nirxand û got: 'Her çiqas konsepta wan pûç derket jî, lê belê dîsa jî, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, êrîşê gelê kurd dikin û dixwazin gelê kurd bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj'. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, polîtîkayên AKP'ê wekî cambaziyê nirxand û got: 'Ev êrîşa hewayî, piştî ya 16'ê kanûnê, êrîşa herî mezin bû. Di vê êrîşê de, hêzên me tu wendahî nedan. Lê belê gelê herêmê û cografya herêmê zirarê mezin dît. Dewleta tirk di vê demê de, ji aliyekê bi hêzên navnetewî plana êrîşê dikir û ji aliyê din ve jî, bi hêzên Îranê re amadekariya êrîşekê dikir. Hukumeta AKP'ê bi vê zîhniyeta cambaziyê bi her du aliyan bazariyê dike. Nirxên Tirkiyê difiroşe û wan dike mijara bazariyê. Bi vê zîhniyetê jî zirarê dide Tirkiyê'. KCK'ê bal kişand ser êrîşên li dijî gelê kurd jî û got: 'Dewleta tirk ji her aliyan êrîşê gelê kurd dike. Di newrozê de êrîşê gel kirin û 4 welatperwerên me qetil kirin. Gelek kes birîndar kirin û bi sedan kes girtin. Li ber çavên cîhanê, jin, dayik û zarokên me dan ber jop û guleyan. Herî dawî jî, li Sakaryayê li hemberî DTPi'yan êrîşeke plankirî pêk hat. Ev êrîş ne tişteke ji rêzeye. Divê hemû kurd û kesên alîgirê yekitiya Tirkiyê vê êrîşê bibînin û vê êrîşê rast binirxînin'. KCK'ê da zanîn ku ligel ev êrîşan, derbarê berpirsyaran de tu lêpirsîn nayê vekirin û heta niha tu polîsê êrîşkar jî, ji wezîfeyê nehatiye girtin. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê pêkanînên li dijî Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş jî, wekî hewldana şikandina îradeya hemû DTPi'yan û heqereta li hemberî gelê kurd nirxad û xwest ku, li hemberî vê pêkanînên têkoşîn were meşandin. KCK'ê li hemberî êrîş û pêkanînên li dijî gelê kurd, rêveberiya dewleta tirk hişyar kir û got: 'Bila dewleta tirk jî baş bizanibe, wê gelê kurd van pêkanînan û hewldanên bênasname-kirinê qebûl neke. Wê gelê kurd li hemberî van êrîş û pêkanînan bersiva pêwist bide û ji bo pêşeroja xwe, berxwedana dîrokî nîşan bide'. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 