Mal arrow Nûçe arrow KCK ji ber operasyonan hukumeta AKP'ê hişyar kir.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK ji ber operasyonan hukumeta AKP'ê hişyar kir. | Çap kirin |
Koma Civakên Kurdistan, ji ber operasyonan hukumeta AKP'ê hişyar kir û da zanîn ku, cambaziya AKP'ê zirarê dide Tirkiyê.

Serokatiya Konseya rêveber a KCK'ê operasyonên hewayî yên artêşa tirk, siyaseta AKP'ê û pêkanînên li dijî Hev-serokê DTP'ê Nurettîn Demîrtaş nirxandin.

KCK'ê bi bîr xist ku, dewleta tirk di 25 û 26'ê nîsanê de, ligel hewldanên wan ên ji bo çareseriya demokratîk, bi piştgiriya Emerîkayê, li hemberî Herêmên Parastina Medyayê, êrîşên hewayî pêk anîne.

KCK'ê êrîşên 25 û 26 nîsanê, wekî hewldana ji nû ve zindî kirina konsepta têkçûyî nirxand û got: 'Her çiqas konsepta wan pûç derket jî, lê belê dîsa jî, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, êrîşê gelê kurd dikin û dixwazin gelê kurd bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj'.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, polîtîkayên AKP'ê wekî cambaziyê nirxand û got: 'Ev êrîşa hewayî, piştî ya 16'ê kanûnê, êrîşa herî mezin bû. Di vê êrîşê de, hêzên me tu wendahî nedan. Lê belê gelê herêmê û cografya herêmê zirarê mezin dît. Dewleta tirk di vê demê de, ji aliyekê bi hêzên navnetewî plana êrîşê dikir û ji aliyê din ve jî, bi hêzên Îranê re amadekariya êrîşekê dikir. Hukumeta AKP'ê bi vê zîhniyeta cambaziyê bi her du aliyan bazariyê dike. Nirxên Tirkiyê difiroşe û wan dike mijara bazariyê. Bi vê zîhniyetê jî zirarê dide Tirkiyê'.

KCK'ê bal kişand ser êrîşên li dijî gelê kurd jî û got: 'Dewleta tirk ji her aliyan êrîşê gelê kurd dike. Di newrozê de êrîşê gel kirin û 4 welatperwerên me qetil kirin. Gelek kes birîndar kirin û bi sedan kes girtin. Li ber çavên cîhanê, jin, dayik û zarokên me dan ber jop û guleyan. Herî dawî jî, li Sakaryayê li hemberî DTPi'yan êrîşeke plankirî pêk hat. Ev êrîş ne tişteke ji rêzeye. Divê hemû kurd û kesên alîgirê yekitiya Tirkiyê vê êrîşê bibînin û vê êrîşê rast binirxînin'.

KCK'ê da zanîn ku ligel ev êrîşan, derbarê berpirsyaran de tu lêpirsîn nayê vekirin û heta niha tu polîsê êrîşkar jî, ji wezîfeyê nehatiye girtin.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê pêkanînên li dijî Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş jî, wekî hewldana şikandina îradeya hemû DTPi'yan û heqereta li hemberî gelê kurd nirxad û xwest ku, li hemberî vê pêkanînên têkoşîn were meşandin.

KCK'ê li hemberî êrîş û pêkanînên li dijî gelê kurd, rêveberiya dewleta tirk hişyar kir û got: 'Bila dewleta tirk jî baş bizanibe, wê gelê kurd van pêkanînan û hewldanên bênasname-kirinê qebûl neke. Wê gelê kurd li hemberî van êrîş û pêkanînan bersiva pêwist bide û ji bo pêşeroja xwe, berxwedana dîrokî nîşan bide'.

< <<   >> >