| KCK'ê 1'ê gulanê pîroz | | Çap kirin | |
|
Koma Civakên Kurdistan KCK'ê 1'ê gulanê pîroz kir û banga pîrozbahiyên girseyî kir.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber 1'ê gulanê, Cejna karker û kedkaran, peyama pîrozbahiyê weşand. KCK bal kişand ser lîstikên sîstema kapîtal ya li hemberî kedê û got ku, îro jî hê ev lîstikên li hemberî karker û kedkaran dewam dikin. KCK'ê da zanîn ku, li hemberî zîhniyeta sîstema kapîtal ku hertiştî wekî nirxê madî dibîne, hêza yekane ku mirovahî bigihîne jiyana demokratîk, wekhev û azad, hêza kedê ye. Serokatiya Konseya Rêveber bi bîr xist ku, Rêberê wan Abdullah Ocalan, tevgera azadiyê li ser bingeha kedê ava kiriye û bi tercubeyên ji dîroka tevgera kedê, tevgera azadiyê pêş xistiye. KCK'ê anî ziman ku, gelê kurd jî, geleke kedkare û got: 'Divê gelê kurd jî, Tevgera kedê ya cîhanê, wekî hevkareke bingehîn bibîne û di têkoşîna kedê de cih bigire, wê ev yek xizmetê qezencên kurdan bike'. Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku, ew wekî tevger bedela alîgiriya kedê didin û got: ' Di dema ku em hewl didin, cejna rastî ya karker û kedkaran biafirînin de, şehadeta fermandarê mezin û mirovê kedê hevalê Adil û bi hezaran hevalên din, nîşan daye ku, tevgera me, çîna kedkar tesmîl dike. Bi vê rih û evînê, em cejna 1'ê gulanê ya li hemû karker û kedkaran pîroz dikin'. KCK'ê ji hemû kurdistaniyan jî xwest ku, sibe bi awayekî girseyî tevlî pîrozbahiyên 1'ê gulanê bibin û ala biratî, demokrasî û azadiyê bilind bikin. Li aliyê din, Koma Jinên Bilind KJB'ê jî, cejna 1'ê gulanê pîroz kir û banga tevlîbûna girseyî li hemû kurdistaniyan kir. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 