| Hukumeta AKP'ê daxwaza sendîkayan red kir. | | Çap kirin | |
|
Hukumeta AKP'ê daxwaza sendîkayan red kir, waliyê Stenbolê careke din kedkar tedhît kirin, DÎSK û KESK bi biryare û Turk-Îş jî paşde gav avêt.
Li Tirkiyê krîza ji ber pîrozbahiya 1'ê Gulanê kûrtir dibe. Wezîrê Karên Hundur Beşîr Atalay û Wezîrê Xebatê Faruk Çelîk civîneke çapemeniyê lidarixst û dan zanîn ku, ewê destûr nedin li Taksîmê 1'ê gulanê were pîroz kirin. Wezîrrên tirk gotin ku, ew dikarin tenê destûr bidin nunerên sendîkayan, qurbanên êrîşên pîrozbahiya 1'ê gulanê ya 1977'an li Taksîmê bi bîr bînin, lê belê ji bo mîtîngê ewê destûr nedin. Wezîran, rêveberiyên sendîkayan rexne kirin û xwestin ku, sendîka helwesta xwe biguherînin. Rêveberên KESK, DÎSK û TURK-ÎŞ'ê jî di heman deqeyan de li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidarxist û dan zanîn ku, ewê sibe li Taksîmê bin. Lê belê piştî demeke kurt, Turk-Îş wekî hate payin, paşde gav avêt û got ku, wê tenê rêveberî ji bo bîranîna qurbanên 1'ê gulanê biçe Taksîmê. Di vê navberê de, waliyê Stenbolê Mûammer Guler îro jî kedkar tehdît kirin û got ku, wê destûr nedin tu civîn û mîtîngeke li Taksîmê. Guler got ku, wê pêwistiya qanûna bi cih bîne, heger pêwist bike, ewê bi şîdetê nehêlin girse li Taksîmê li hev bicive. Walî Mûammer Guler got ku, di çarçoveya tedbîran de wê metroya di navbera Mecîdiyekoy û Taksîmê de û rêyên derdikevin Taksîmê jî, li trafîkê re birîne. Di 1'ê gulana 1977'an de kontrayên tirk êrîşê pîrozbahiya li Qada Taksîmê kiribû û 36 kedkar kuştibûn û heta niha jî, kujer û berpirsyarên wan nehatine girtin. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB