| Li Sakaryayê komên nijatperest êrîşê şahiya DTP'ê kirin. | | Çap kirin | |
|
Li Sakaryayê komên nijatperest êrîşê şahiya DTP'ê kirin, kurdistaniyekî 65 salî jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina DTP'a Sakaryayê doh êvarê li Salona Dawetê ya Fûnda, şahiyek pêk anî. Parlementerê DTP'ê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de, zêdetirî hezar û 500 kes tevlî şahiyê bûn. Di dema şahiyê de, nêzî 200 nijatperest cihê şahiyê dorpêç kirin û parlementerê DTP'ê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de, nêzî hezar û 500 kes li hundir mehsûr man. Ji kesên li hundir mehsûr man, kurdistaniyê bi navê Ebûbekîr Kalkan yê Wanî, krîza dil derbas kir û hêzên tirk bi behaneya li derve rîska êrîşê heye, ew ranekirin nexweşxaneyê. Li ser hewldanên parlementerê DTP'ê Îbrahîm Bînîcî, piştî nîv saetê ambûlansek hat û Ebûbekîr Kalkan rakir nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku mudaxele di dema wê de çênebû, Kalkan jiyana xwe ji dest da. Hêzên tirk, bi saetan mudaxeleyê koma nijatperest nekirin. Kom nêzî 6 saetan li ber salonê ma, siloganên nijatperest qîriyan û heqeret li kurdan kirin. Waliyê Sakaryayê Huseyîn Atak jî piştî 5 saet û nîvan çû cihê bûyerê û ji koma nijatperest rîca kir ku, belav bibin. Komên nijatperest ji salonê piçek dûr ketin, li wir siloganên li dijî kurdan qîriyan û polîsan jî DTPyîyan bi wesaîtan şandin malên wan. Di vê navberê de, parlementerê DTP'ê Îbrahîm Bînîcî, ji êrîşa nijatperestan hêzên tirk berpirsyar girtin. Bînîcî êrîşa nijatperestan şiband êrîşa li Sêwazê ku li hemberî rewşenbîr û hunermendan pêk hatibû, û got: 'Xwestin dijminahiya gelan pêş bixin. Nêzîkatiyên nijatperest, bûne polîtîka dewletê. Qasî 5 saet û nîv nijadperest li dijî qanûnan tevgeriyan, lê belê polîsan tu mudaxele nekir. Rayedaran bi zanebûn nijadperestan şandin vir. Ji mirina Ebûbekîr Kalkan, walî û mudurê polîsan yê Sakaryayê berpirsyar in'. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk di civîna koma partiya xwe de, bi zimanekî tund êrîşa nijatperestî ya li Sakaryayê û bêdengiya parlemenê ya li hemberî êrîşê rexne kir. Turk bi bîr xist ku, nijatperestan hewl dane DTP'iyan lînç bikin û ji ber êrîşê endamê DTP'ê Ebûbekîr Kalkan yê 65 salî jiyana xwe ji dest daye. Ahmet Turk bi bîr xist ku, ligel hemû hewldanên parlementerê wan Îbrahîm Bînîcî, walî û mudurê polîsan yê Sakaryayê tedbîrên pêwist negirtine û ji mirina Ebûbekîr Kalkan û êrîşê hukumeta AKP'ê berpirsyar girt. Turk ji rayedarên tirk xwest ku pêşiya nijatperestiyê bigirin û got ku, heger pêşiya nijatperestiyê neyê girtin, wê Tirkiye vegere wekî rewşa balkanan. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk bêdengiya parlemenê ya li hemberî êrîşa nijatperest, rexne kir û got ku, ji bo protestokirina bêdengiyê jî, ewê sibe tevlî rûniştinên parlemenê nebin. Turk hukumeta AKP'ê jî bi zimanekî tûnd rexne kir û da zanîn ku, AKP ji bo neyê girtin, li ser kurdan bi burokrasiya dewleta tirk re, bazariyan dike. Ahmet Turk ev hewldanên AKP'ê wekî hewldanên qirêj nirxandin û got: 'Bi bazariya li ser kurdan, AKP rizgar nabe. Rêya rizgarî di reformên demokratîk re derbas dibe. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk reaksiyon nîşanê operasyonan jî da û careke din got ku, bi operasyonan pirsgirêk çareser nabe, berovajî wê pirsgirêk û krîza heyî kûrtir bibe. Turk 1'ê gulanê Cejna Karkeran jî pîroz kir û anî ziman ku, ewê wekî partî di 1'ê gulanê de li cem kedkaran bin. Turk got ku, ew 1'ê gulanê wekî cejn dibînin û ji ber vê jî, wê 1'ê gulanê de tevlî rûniştinên parlemenê jî nebin û tevî kedkaran cejnê pîroz bikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 