| KCK, fermandarê HPG Razaman Aybi bibîranî û soza xurtkirina têkoşînê da | | Çap kirin | |
|
Koma Civakên Kurdistanê KCK, fermandarê HPG Razaman Aybi, bi navê kod Adil Amed bibîranî û soza xurtkirina têkoşînê da Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo bîranîna fermandarê HPG'yî Ramazan Aybî ku di şerekî li Çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû, peyamek weşand. KCK'ê ji ber şehadeta Ramazan Aybî, bi navê din Adil Amed xemgîniya xwe anî ziman û ji gelê Botan û ji tevahiya gelê kurd re sersaxî xwest. Serokatiya KCK'ê da zanîn ku, jiyandin û bîranîna Aybî, deynê şervanên azadiya Kurdistanê û tevgera azadiya Kurd e, û got: 'Fermandar Adil Amed jî yek ji nûnerê pratîk yê çanda berxwedana kurd bû. Heval Adil, bi jiyan û pratîka xwe bû mînaka ku; kesayetiya berxwedanvanê Botanê û felsefeya Apoyî bigihije hev, dikare encamên çawa biafirîne'. KCK'ê derbarê têkoşîna 21 salî ya Ramazan Aybî jî, wekî têkoşîna qehremanî nirxand û got: 'Hevalê Adil Amed, bi tevger û lehengiya xwe, bû xwediyê parêzvanê xeta azadiyê, ked û serkeftinên mezin'. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got ku, berpirsîyariya herî mezin; şopandin û temsîlkirina Adil Amed e, û ji ciwanên kurd xwest ku şopdarê Adil Amed bin. KCK'ê bi bîr xist ku, fermandarê HPG'yî Ramazan Aybî, bi biryarbûna xwe ya pêkhatina pêngava 1ê Hazîranê ya parastina rewa û sekna li dij komploya navnetewî, gihîşte asteke milîtan û fermandarekî mînak. Aybî di dema pêngava 'Êdî Bes e' de, li warê Egîdan, li Çiyayê Gabarê, pêngava çalakiya dîrokî da destpê kirin'. KCK'ê Adil Amed wekî, fermandarê mezin yên pêngava 'Êdî Bes e' û lehengê xwe gihande Egîdbûnê bi nav kir, û got: 'Ji ber ku me ev fermandarê leheng wenda kir, di serî de malbata wî, gelê Botanê ji bo tevahiya gelê kurd, kadro û şervanên azadiyê, em sersaxiyê dixwazin. Ji bo bîranîna fermandarê gerîla yê serkeftî, berpirsiyariya herî mezin; bitaçkirin û serketina vê têkoşînê, roj bi roj mezinkirin û şopandina xetê, mîna tevahiya şervanên azadiya Kurdistanê û tevger, deynê me yê rumetê ye'. Li aliyê din, Meclîsa PKK'ê jî, bi daxuyaniyek fermandarê HPG'yî Ramazan Aybî bibîranî. PKK'ê di şexsê Ramazan Aybî de, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîranîn û got: 'Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bîranîna şehîdê şoreşê yên ji bo azadî û demokrasiyê canê xwe dan, emê tekoşîna wan bilindtir bikin û ji wan re bibin bersiv. Koma Jinên Bilind KJB'ê jî, fermandarê HPG'yî Ramazan Aybî bi navê kod Adil Amed bi bîr anî û soza bi cih anîna daxwazên wî da. Kordînasyona KJB'ê ji ber şehadeta Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Ramazan Aybî peyameke bîranînê weşand. KJB'ê bi bîr xist ku di şerekî li Gabarê de, fermandarê HPG'yî Ramazan Aybî jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê jî, ji malbata wî û ji hemû kurdistaniyan re sersaxî xwest. Kordînasyona KJB'ê da zanîn ku di pêşeketina têkoşîna gerîlayên kurd de, roleke mezin ya Ramazan Aybî bi navê din Adil Amed heye û got: 'Ji ber vê jî, hevalê Adil ji bo hemû gerîlayan kesekî mînak bû. Hemû gerîla wê li gorî daxwaza fermandarê xwe Ramazan Aybî, bersiva pêwist bidin'. KJB anî ziman ku, ewê ala têkoşînê ya Adil Amed bilintir bikin û got: 'Em soz didin ku, emê têkoşîna azadiyê xurt bikin'. KJB'ê ji gelê kurd jî xwest ku, wekî herdemê ji niha û pê ve jî, ji herdemî zêdetir xwedî li şehîdan derketin û têkoşîna azadiyê xurt bikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB