Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
HPG dazanîn ku artêşa tirk rêbazên derveyî mirovahiyê bi kartîne. | Çap kirin |
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê da zanîn ku dewleta tirk bi armanca tinekirinê rêbazên derveyî mirovahiyê bi kar aniye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê da zanîn ku artêşa tirk girîngiyeke taybet daye sala 2007'an, lê di vê salê de bi ser neketiye û li ser vê yekê jî bê-perwa rêbazên derveyî mirovahiyê bi kar anîne.

HPG'ê anî ziman ku di şerê 4'ê Kanûna 2007' an de endama Konseya leşkerî ya HPG'ê Selma Kaya bi navê kod Gulbihar Gulhat jiyana xwe ji dest dabû û Endamê Konseya Rêveber Ramazan Aybî bi navê kod Adil Amed jî birîndar bûbû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê da zanîn ku Endamê Konseya Rêveber Ramazan Aybi demeke dirêj dihate tedawî kirin û li gel hemû hewldanan şehîd ketiye, lê ji ber şertên zivistanê agahiya şehadetê nû gihîştiye ber destê wan.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê der barê Aybî de ev agahî dan:

Endamê Konseya Rêveber Ramazan Aybî bi navê kod Adil Amed 1987'an tevlî nav refên gerîlayan bûye, û 21 salan li herêmên şerê dijwar ên mîna Botan, Behdînan û Zagrosan maye û herî dawî Fermandariya eyaleta Botanê dikir.

HPG'ê got:"heval Adil Amed bi qasî beşdariya wî ya şer a di asta pêşengiyê de, di têkoşîna xetê de jî di warê îdeolojîk û rêxistinî de xwediyê helwesteke xurt bû û ew li dijî hemû helwestên derveyî xetê û tasfiyekar ên li ser tevgera me hatine ferzkirin jî têkoşiya."

HPG'ê anî ziman ku Aybî di şer de bi şêwazê xwe yê bi dest dixist û afirîneriya xwe ya taktîkî di pêngavan de rola xwe lîstiye û got Aybî her weha moral dida hevalên xwe.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê biryardariya di xurtkirina têkoşînê de weke erkeke dilsoziya bi bîranîna Aybî re bi nav kir û got, ew tolhildanê weke erkeke li ser milê xwe dinirxînin.

HPG'ê ji malbata Aybî û gelê Kurd re sersaxî xwest, bang li gelê Kurd kir têkoşînê xurt bike û ji ciwanan xwest ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û derkevin çiyê.

HPG'ê ji bo bîranîna Endamê Konseya Rêveber Adil Amed pêvajoya tolhildanê da despê kirin.

Navendan çapemeniya HPG'ê da zanîn ku di 24'ê Nîsanê de hêzên gerîla li hemberî artêşa tirk li Girê Hirmo çalakiyek bersivdayînê pêk anîne.

Di encama çalakiyê de 12 leşkerên tirk hatine kuştin û çekek G-3,kalaşnikofek û cîhazek hatiye desteserkirin.

HPG'ê da zanîn ku di çalakiya bersivdayînê de tu wendahiyên wan çênebûye û artêşa tirk jî piştî darbeyê paşde vekişiyaye.

Navendan çapemeniya HPG'ê da zanîn ku artêşa tirk di 25'ê nîsanê de li navçeya Colemêrg Qilebanê derketine operasyonê û gerîla bi çalakiyek bersiv daye.

Di encamê de 2 leşker hatine kuştin û hêzên tirk jî paşde vekişiyane.

< <<   >> >