| Şerên li Kurdistanê dijwar dibin | | Çap kirin | |
|
Li navçeya Şirnex Sîlopiyê şer derket binbaşiyek jî dinavde 4 leşker mirin .
Li navçeya Şirnex Sîlopiyê şer derket binbaşiyek jî dinavde 4 leşker mirin . Çavkaniyên heremî dan zanîn ku şer vê sibê li çiyayê Cudiyê li bejahiya di navbera Git û Bespînê de pêk hatiye. Di encama şer de binhaşî Ercument Turkmen jî di navde 4 leşker mirin.Ji ber operasyonên artêşa tirk, şerên li Kurdistanê dijwar dibin û li Amedê jî, tevgera balafirên şer dewam dike. Di encama çalakiya doh êvarê de, ji tîmên taybet ên tirk Nûrûllah Batural mir û tîmekî taybet jî birîndar bû. Navenda Çapemeniya HPG'ê doh bi daxuyaniyek diyar kiribû ku, gerîlayên wan di şerên li Çiyayê Zagros, Cûdî, Gabar û Colemergê de, 12 leşkerên tirk kuştine. HPG'ê gotibû ku, di şerê li bejahiya Colemerg Oramarê de jî, gerîlayê wan Şemsettîn Ahmedî bi navê kod Kahraman Rojhilat, jiyana xwe ji dest daye. Li aliyê din, li navçeya Hatay Dortyolê, dema leşkerên tirk derbas bûn, teqînek pêk hat û as-sûbay Mûrat Kara birîndar bû. Hêzên tirk ji teqînê gerîlayên HPG'ê berpirsyar girtin û li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kirin. Di vê navberê de, îro jî, ji balafirgeha leşkeriya Amedê, gelek balafirên şer rabûn û ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 