Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ocalan careke din banga çareseriyê li rêveberiya tirk kir. | Çap kirin |

 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, ji rayedarên berê yên artêşa tirk ekîbekê bi wî re hevdîtin pêk aniye.Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî derbarê pirsgirêka kurd de peyamên girîng dan û careke din banga çareseriyê li rêveberiya tirk kir.


Ocalan bal kişand ser hewldanên rayedarên tirk ên berê yên ji bo çareseriya demokratîk û got: 'Ji Serokwezîrên berê Tûrgût Ozal û Necmettîn Erbakan, ji bo çareseriya demokratîk hewl dan. Lê pêşiya wan hate birîn. Di sala 99 û 2000'an de, ekîba Serfermandarê berê Huseyîn Kivrikoglu û Fermandarê Hêzên bejayî yê berê Aytaç Yalman jî, bi min re ketin têkiliyê. Dîsa hewldanên Bulent Ecevît jî hebûn, lê belê bi ser neketin'.

Ocalan bi bîr xist ku, di sala 2002'an de hukumeta AKP'ê bûye hukumet û got: 'Ji wê demê û pê ve, bi tu awayî nêzî çareseriyê nabe. AKP bi biryardayinê re rû bi rû ye. Ya wê demokrasiyê hilbijêre û an jî wê di demekî kin de biqede.

Ocalan careke din banga çareseriya demokratîk li hukumeta AKP'ê kir û got: 'Li ser PKK'ê hê bandora min heye. Cara dawîn bang li AKP'ê dikim. Bila hukumet were heta tenduristiya min di cih de ye û bandora min li ser PKK'ê heye, em pirsgirêkê çareser bikin'.

Ocalan rêveberiyên CHP û AKP'ê rexne kirin û got ku, CHP nijatperestiya korîtî û AKP jî olperestiya korîtî temsîl dikin.

Ocalan îdîayên wekî 'Ocalan bûye antî-semînîst' red kirin û got ku, ew ne antî-semînîste, tenê balê dikişîne ser bandora cihûyan ya li ser desthilatdariyan.

Ocalan bi bîr xist ku, Hurem Sûltan keseke cihûbû û ji bo kurê wê bibe padîşah, kurê mezin yê Kanûnî Sûltan Suleyman, Şehzade Mustafa ku ji jina wî ya berê bû, bi biryara Kanûnî, daye îdamkirin û got: 'Ev bûyereke mezin e. Ev bandora cihûyan a li ser desthilatdariyê nîşan dide'.

Ocalan ji bo dîtinên wî yên derbarê cûhiyan de baş werin fêmkirin, hewldanên cihûyan ên di dema damezirandina Tirkiyê de jî mînak dan û got: 'Cihûyan ji bo Selanîk bigire, zext li Mustafa Kemal kirin. Ji salên 1500'î heta îro, li Selanîkê hejmareke zêde cihû hene. Hetta cihûyan, plan dikirin, di dewsa cihê niha yê Îsraîlê de, dewleta xwe li Selanîkê ava bikin. Ji bo vê armanca xwe gelek zext li Mûstafa Kemal kirin. Tirkperestî pêş xistin. Fikrên Mûstafa Kemal wekî xwedê û Îsmet Înonu wekî pêxember belav kirin. Hewldanên heman rengî îro jî dewam dikin'.

Ocalan, silogana rojnameya Hurriyetê ya wekî 'Tirkiye yê tirkane û got: 'Ev ne tirkîtiya tirkan e. Ev tirkîtiya cihûyan e. Vê zîhniyetê, di tunekirina ermenî, rûm û asûriyên li Anatoliya Navîn de rol lîst'.

Ocalan di mijara cihûyan de mînakeke balkêş jî da û got: 'Derbarê Celal Bayar û Adnan Menderes de, biryara îdamê hatibû dayin. Binêrin Menderes hate îdamkirin, lê belê Bayar nehate îdamkirin. Sedem vê çend kes dizanin? Min ev lêkolîn kir. Celal Bayar dibistana seratayî di dibistaneke bi navê 'Alliance' de xwendiye. Ev dibistan li Edîrneyê ye û tenê kesên cihû dikarin biçin vê dibistanê. Yanî piştî ku fêrbûn Celal Bayar, bi eslê xwe cihûye, ew îdam nekir. Lê belê Menderes kesekî lîberal û bi eslê xwe tirk bû û ew hate îdamkirin'.

Ocalan got ku, ew îdîayên 'antî-semînîstî' qebûl nake û got: 'Min berê jî gotibû. Cihû jî, yek ji gelên Rojhilata Navîn in. Mafê wan jî heye, wekî gelê din, li Rojhilata Navîn, bi awayekî demokratîk û azad bijîn. Ez bi behskirina bandora cihûyan, besha hemû gelê cihû nakim. Di nava wan de klîkek heye. Ez behsa vê klîkê dikim'.

Ocalan ferqa di navbera PKK û PDK'ê de jî anî ziman û got: 'PKK û PDK ne wekî hev in. Rewşa kesên reviyane tê zanîn. Bin berê jî gotibû, di pêşxistina nijateperstiya kurdan de, bandora cihûyan heye. Kesên reviyan çûn ketin bin kontrola PDK û YNK'ê. Bi gotineke din ketin bin kontrola Emerîkayê. Hetta hin kesên reviyane, di nav PDK û YNK'ê de di asta bilind de wezîfe jî girtine. PDK û YNK ew bi jin, keç, pere û bi derfetên din, bi xwe re girê dane. Bi vî rengî peyama ewê karibin PKK'ê biqedînin dan Emerîkayê. Xwestin me jî bikarbînin, lê belê nekarîn. Xwedin min û PKK bigirin bin kontrolê, lê min destûr neda. Sedema komploya li hemberî min ev e. Cihû bi yekemîn şerê cîhanê, nîvê cîhanê û bi 2'mîn şerê cîhanê re jî, tevahiya cîhanê girt bin kontrola xwe. Bi kontrolkirina kurdan jî, dixwazin fars, ereb û tirkan li Rojhilata Navîn bi sînor bikin.

Ocalan derbarê tenduristiya xwe de jî got ku, berî çend rojan profosorek û doçentek çûne Girtîgehê û ji wî xwîn girtine û got: 'Berî niha dîsa hatibûn xwîn girtibûn. Ez texmîn dikim di xwînê de tiştek heye, lewma careke din hatin xwîn girtin'.

Ocalan, Serokê PÇDK'ê Dr.Faîk Gulpî re silavên xwe şandin û ji Gulpî û PÇDK'ê xwest ku xebatên rêxistiniyê pêş bixin û Akademiya Siyasetê ya ji bo DTP'ê pêşniyar kiribû, ji bo PÇDK'ê jî pêşniyar kir.

Ocalan got ku, ev pêşniyara wî ji bo PYD û ji bo PJAK'ê derbas dibe û got: 'Şertên pêşketina PJAK'ê li gorî parçeyên din zêdetir in.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku, rêveberiya girtîgehê, careke din bi îdîaya ferman daye PKK'ê cezayê hucreyê daye wî û got: 'Ez ferman nadim. PKK bi xwe biryarên xwe dide. PKK çi dixwaze bila wê bike'.

Ocalan doza girtina DTP'ê jî nirxand û got: 'Ez texmîn dikim, kurd konferanseke netewî nîqaş dikin. Dikarin DTP'ê bigirin. Ev ne girîng e. Wê kurd di çarçoveya saziyên xwe yên demokratîk de, xebatên xwe bidomînin'.

Ocalan li ser Konferansa Navnetewî û Rêveberiyên Herêmî ya Jinan jî got: 'Konferansên bi vî rengîn girîng in. Lê belê tenê li hev kom bûn û axaftin têr nakin. Divê pêwistiya axaftinan were bi cih anîn. Divê jin bên perwerdekirin û zanakirin'.

Ocalan xwest di Akademiyên wî behs kiribûn de, bi dehan jin jî bixebitin û got: 'Bi riya Akademiyê bi dehan jin dikarin bên perwerdekirin. Hevalên ji girtîgehan derketine dikarin bi perwerda jinan re eleqeder bibin. Ji girtîgehan gelek name tên. Ji nameyan jêhatiye wan diyar dibe. Lê belê divê bi perwerdekirina jinan re eleqeder bibin. Divê jin jî, girîngî bidin xebatên çandî û hunerî. Divê jin jî di her warî de spor bikin û karibin tîmên sporê ava bikin û xwe ji aliyê bedenî pêş bixin'.

Ocalan çepgirinê Tirkiyê jî, rexne kirin û got: 'Rewşa Tirkiyê, karker û karmendan li holê ye. Xwediyên sermayeyan her ku diçe sermayeya xwe zêde dikin. Lê maaşên karmandan wekî berê dimînin. Heger çepgirên tirk vê yekê nabînin, lîstikên sermayedaran nabîne û bi kurdan re nayên cem hev, wê demê kêrî çi tên?.

Ocalan ji EMEP, ODP, SDP, sendîka û hemû saziyên karker, kedkar û karmandan re jî xwest ku, wekî hukumeteke demokratîk yê alternatîf bixebitin û got: 'Heger eniya çepgir wisa tevbigere, wê karibe ji sedî 20 jî dengên gel bigire û ji bo çareseriyê pirsgirêkên Tirkiyê bibe hêzek.














< <<   >> >