Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Pilingên Tamîlî 116 leşker kuştin. | Çap kirin |
Pilingên Tamîl darbeyeke mezin li artêşa Srî Lanka xistin, herî kêm 116 leşker kuştin.

Gerîlayên Pilingên Tamîl doh li bakurê Srî Lanka çalakiyeke mezin pêk anîn.

Pilingên Tamîl êrîşê baregeheke artêşa Srî Lanka kirin û baregeh vegerandin gola xwînê.

Ajansa nûçeyan ên Navnetewî diyar kirin ku, di encama çalakiya Pilingên Tamîlê de, 116 leşkerên Srî Lanka mirine û bi dehan jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeyên ajansan, artêşa Srî Lankayê, piştî 18 mehan, cara yekemîne evqas wendahiyan dide.

Berî 18 mehan jî, Pilingên Tamîl êrîşê baregeheka artêşa Srî Lanka kiribûn û herî kêm 90 leşker kuştibûn.

Pilingên Tamîl ji salên 1970'î û pê ve, ji bo serxwebûniya herêma Tamîl ku li bakurê Srî Lankaya têkoşîna leşkerî û siyasî dimeşînin.


< <<   >> >