Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Komkujiya Ermeniyan hate şermezarkirin. | Çap kirin |
Di salvegera 93'mîn de, komkujiya ermenî û asuriyan hate şermezar kirin.

Rêveberiya osmanî, di 24'ê nîsana 1915'an de biryara tunekirina ermenî da û bi sed hezaran jin, mêr, zarok, ciwan û kal, qetilkirin.

Osmaniyan bajar, navçe, gund û mezrayên ermenî vegerandin, gola xwînê û komkujiya ermeniyan pêk anî.

Ev komkujî, wekî komkujîya yekemîn a sed-sala 20`mîn, di rûpelên dîrokê de cih girt.

Îro, 93'mîn salvegera komkujiyê.

Di ser komkujiyê re, 93 sal derbas bûn, lê, hê jî rêveberiya Tirkiyê, komkujiyê înkar dike û Ermeniyan sûcdar dike.

Tirkiye, komkujiya li ber çavên cîhanê pêk hat, weke çîrok bi nav dike û hewl dide ku weke mijarên din, cîhanê bixapîne.

Lê belê, nikare ji mirina bi sed hezaran ermenî û asûriyan re, qilifekî bibîne.

Li aliyê din, bi wesîleya 93'mîn salvegera komkujiyê, di serî de li Ermenistan, li gelek deverên cîhanê merasimên bîranîna qûrbanên komkujiyê hatin lidarxistin.

Beşdarên merasiman ji Tirkiyê xwestin ku dawî li polîtîkaya înkarê bîne û komkujiya yekemîn a sed-sala 20`mîn nas bike.

< <<   >> >