| Fermandarên Emerîkî hatin guhertin. | | Çap kirin | |
|
Generalê emerîkî Raymond Odîerno yê ji bo pirsgirêka kurd rêbazên siyasî pêşniyar kir, dibe Fermandarê Hêzên Emerîkî yên li Iraqê.
Wezîrê Parastina Emerîkayê Robert Gates civîneke çapemeniyê lidarxist û derbarê guhertina cihên hin fermandarên Emerîka de, agahî da. Gates da zanîn ku, ji bo fermandariya Centcom ku biryargeha hêzên Emerîka yên li Rojhilata Navîn e, orgeneral Davît Petrraues wezîfedar kirine. Wezîrê parastinê yê emerîkî anî ziman ku, ji bo hêzên emerîkî yên li Iraqê jî, general Raymond Odîerno wezîredar kiriye. Generalê emerîkî Raymond Odîerno berî çend hefteyan bal kişandibû ser pirsgirêka kurd û gotibû, pirsgirêka kurd û PKK'ê, tenê bi rêbazên leşkerî çareser nabe. Odîerno ji Tirkiyê xwestibû ku, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, rêbazên siyasî jî biceribîne. Generalê emerîkî û fermandarê nû yê hêzên emerîkî yên li Iraqê Raymond Odîerno bi dijberiya xwe li dijî Îranê jî tê nasîn. Li aliyê din, Wezîrê Parastina Emerîkayê Robert Gates bi awayekî surprîz çû Iraqê û bi rayedarên Iraq û hêzên koalîsyonê dest bi hevdîtinan kir. Di vê navberê de, Wezîrê Karên Derve yê Îngîlîstanê Davît Melband jî, ji bo hin hevdîtinan çû Iraqê. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
setup_DM.exe 2,57 MB