| Balafirên şer ên tirk Başûrê Kurdistanê bombe kirin. | | Çap kirin | |
|
Balafirên şer ên tirk doh jî, hin noxteyên herêma Xakurkê bombe kiribûn. Artêşa tirk doh herêma Xakurkê bombe kir, ji ber êrîşê gerîlayan tu wendahî neda.Balafirên şer ên tirk doh ber bi êvarê, hin noxteyên herêma Xakurkê bombe kirin. Çavkaniyên gerîla diyar kirin ku, êrîşa artêşa tirk saet di 16û15'an de dest pê kiriye, nêzî 45 deqeyan ajotiye û hêzên gerîla jî bersiv daye. Li gorî agahiyan, ji ber êrîşa artêşa tirk, gerîlayên HPG'ê tu wendahî nedane. Berdevkê Hêzên Pêşmerge Cebar Yawer jî diyar kir ku, hêzên tirk 2 gundên vala yên li herêma Xakurkê bombe kirine. Ji balafirgeha leşkerî ya Amedê, îro jî 2 balafirên şer rabûn û ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn. Ajansa Nûçeyan a Başûrê Kurdistanê Peyamner îdîa kir ku, balafirên şer hin deverên Başûr bombe kirine. Li gorî nûçeya Peyamner, balafirên tirk, bejahiya navçeyên Nihêl, Nêrwarêkan, Dîrlok, Çiyayê Metîn û bejahiya gundên Sêrê, Zêwa, Reşava, Serî û Bêbû bombe kirine. Peyamner daye zanîn ku, êrîşa bombeyî qasî saetekê dewam kiriye û rê li ber tirs û fikara gundiyan vekiriye. Li gorî nûçeyê, ji ber bombeyên tirk, rez û baxçeyên li herêmê jî, zirarê mezin çêbûne. Çavkaniyên gerîla diyar kiribûn ku, êrîşa artêşa tirk saet di 16 û 15'an de dest pê kiriye, nêzî 45 deqeyan ajotiye û hêzên gerîla jî bersiv daye. Çavkaniyên HPG'ê dabû zanîn ku, ji ber êrîşa artêşa tirk, gerîlayên HPG'ê tu wendahî nedane. Berdevkê Hêzên Pêşmerge Cebar Yawer jî diyar kiribû ku, hêzên tirk 2 gundên vala yên li herêma Xakurkê bombe kirine. Serfermandariya artêşa tirk jî, îro bi daxuyaniyek êrîşa doh piştrast kiribû. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB