Mal arrow Nûçe arrow Artêşa tirk wendahiyên xwe vedişêre.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Artêşa tirk wendahiyên xwe vedişêre. | Çap kirin |
Navên leşkerên di êrîşên bombeyî yên li Colemergê de mirin, diyar bûn, lê belê hê jî serfermandariya tirk hewl dide, bûyerê veşêre.

Gerîlayên HPG'ê doh li navçeyên Colemerg Çelê û Şemzînanê li hemberî leşkerî derketibûn operasyonê êrîşên bombeyî pêk anîn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, di encama êrîşan de li Şemzînanê 5 û li Çelê jî leşkerekî mirine û zêdetirî 10 leşkeran jî, birîndar bûne.

Artêşa tirk jî, wekî herdemî, hewl dide wendahiyên xwe veşêre.

Lê belê ev hewldanên wê pûç derketine û ji leşkerên di encama êrîşên doh de miribûn, ji wan nasnameya 4 leşkeran diyar bû.

Li gorî agahiyan leşkerê di êrîşa li Çelê de miriye, Ersîn Selîmoglu yê Çewligî ye û ew doh li Çewligê hate veşartin.

Ji 5 leşkerên di êrîşa li Şemzînanê de miribûn jî, ji wan navên 3 kesan wisa ye.

Çawisê pispor yê piyade Bekîr Atacan yê Osmaniyeyî, onbaşiyê piyade Habîp Ozkaya yê Nevşehîrî û çawisê komando Tuncay Ozdemîr ê Sakaryayî.

Hate hînbûn, çawisê pispor Bekîr Atacan ê di êrîşa Şemzînanê de miriye, di operasyona bejayîya 21 û 28'ê sibatê li hemberî Herêmên Parastina Medyayê de jî, cih girtiye.

Li Şemzînan û Çelê teqîn pêk hatin, 6 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Teqîna li Şemzînanê li nêzî gundê Bizeleyê pêk hat.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, teqîn dema leşker diçûn herêmeke operasyonê pêk hatiye.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku, di encama teqînê de, 5 leşker mirine û 6 leşker jî birîndar bûne.

Hêzên tirk jî, piştî teqînê, li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Li aliyê din, teqîneke heman rengî jî, li bejahiya navçeya Çelê li herêmeke operasyonê pêk hat.

Di encama wê teqînê de jî, leşkerek mir û herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.

Li aliyê din sewqiyata leşkerî ya berbi bejahiya navçeya Colemerg Çelê dewam dike.

Di vê navberê de artêşa tirk li bejahiya Şirnexê li dijî gerîlayên HPG'ê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, operasyonê li Çiyayê Katoyê dest pê kiriye û bi hezaran leşker tevlî operasyonê bûne.

Li Şirnexê dema hêzên tirk derbasbûn li kêleka rê teqîn pêk hat, 2 leşker û cerdevanek birîndar bûn.

Teqîn li ser rêya Şirnex û Şenobayê pêk hat.

Li gorî agahiyan, dema ku ji bo kontrolkirina rê, leşker û cerdevan derbas dibûn, teqîn pêk hatiye.

Di encama teqînê de, herî kêm 2 leşker û cerdevanek birîndar bûn.

Hêzên tirk, leşker û cerdevanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê û rêya Şirnex-Qilabanê jî, ji bo demekê li trafîkê girtin.

< <<   >> >