|
Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş piştî 4 mehan, derket pêşberî dadgehê.
Hêzên tirk, bi îdîaya ji bo leşkeriyê neke, rapora sexte derxistiye, di meha kanûnê de, dema ji Almanya çû Enqerê, Hev-serokê DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş girtibû binçavan. 6'mîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê jî, bi heman îdîayê derbarê Demîrtaş de biryara girtinê dabû û ew şandibû Girtîgeha Leşkerî ya Sîncanê. Demîrtaş piştî 4 mehan îro derket pêşberî Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî ya li Enqerê. Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna jî di nav de, parlementer û rêveberên DTP'ê jî, rûniştinê dişopînin. Rûniştina doza Demîrtaş hê jî dewam dike û dozgeriya tirk, dixwaze Demîrtaş ji 2 salan heta 5 salan were cezakirin. |