Mal arrow Nûçe arrow KCK, Elmanya hişyar kir.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK, Elmanya hişyar kir. | Çap kirin |
 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji berê êrîşa polîsên alman, rêveberiya Berlînê hişyar kir û bal kişand ser girîngiya pirsgirêka kurd.
Seroka Konseya Rêbeveber a KCK'ê li ser êrîşa polîsan alman a li Berlînê li hemberî ciwanê kurd pêk hatibû, zextên li dijî gelê kurd, û operasyonên artêşa tirk û polîtîkaya hukumeta AKP'ê de, daxuyaniyeke weşand.

KCK'ê diyar kir ku, kurdan tu caran zirar nedaye Almanyayê û got: 'Heger Almanya polîtîkaya li hember gelê kurd û tevgera azadiyê di ber çavan re derbas neke, ewê jî zirarê bibîne. Mafê tu kesî nîne, li gor kêfa xwe li kurdan bixe û heqaretê li wan bike'.

KCK'ê ji rêveberiya alman xwest ku, dawî li êrîşan bîne, ciwanên girtine serbest berde û polîtîkaya xwe ya li hemberî kurdan di ber çavan re derbas bike. Divê rêveberiya alman bizanibe ku, wê gelê kurd, vê helwesta dewleta alman qebûl neke.

KCK banga hestiyariyê li hêzên demokrat ên alman jî kir û xwest ku li hemberî êrîşên dewleta alman ên li dijî gelê kurd dengê xwe bilind bikin.

KCK'ê bal kişand ser pîrozbahiya Newroza 2008'an û got: 'Gelê kurd bi Newroza îsal, careke din îradeya xwe nîşan daye. Lê belê dewleta tirk, di dewsa dîtina vê îradeyê de, di polîtîkaya tunekirinê de israr kir û ji Qersê heta Amanosan, ji Botanê heta Dersim û Amedê operasyona pêk tîne. Di heman demê de li hemberî Herêmên Parastina Medyayê jî, êrîşên hewayî dewam dikin'.

KCK'ê da zanîn ku, operasyon û êrîş nîşan didin, hin derdor dewama şerê 24 salin dewam dike, dixwazin û got: 'Pêşengiya vê jî, hin hêzên di nava dewletê de bi cih bûne û ji şer rantê siyasî û aborî bi dest dixin, dikin. Ligel hemû bangên Rêber Apo, gel û tevgera me yên ji bo çareseriya aştiyê, operasyonên tunekirinê tên meşandin. Berpirsyarên van wendahiyan jî hukumeta AKP û artêşa tirk in'.

KCK'ê, pirsgirêka kurd, wekî pirsgirêka herî girîng ya Rojhilata Navîn nirxand û got: 'Pirsgirêka herî girîng ya herêmê pirsgirêka kurd e. Lê belê hêzên eleqeder rast nêzî pirsgirêkê nabin. Di cihê çareseriya demokratîk de, wekî sedsale derbasbûyî, bi şîdet û komkujiyê nêzî pirsgirêkê dibin. Bi vê polîtîkayê wê pirsgirêk çareser nebe û ji vê yekê jî, wê xwediyên hêzên şer didomînin, zirarê bibînin'.

KCK'ê hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Îranê wekî amadekariya komkujiya li hemberî kurdan nirxand û got: ' Tirkiye hewl dide, bi Suriyê re jî hevkariya li dijî kurdan pêk bîne û dewleta Iraqê jî, bi awayekî bike hevparê polîtîkaya xwe ya komkujiya li dijî kurdan. Bila Tirkiye û Îran bizanin, ev hevkariya dij-kurdan, wê pirsgirêk çareser neke û berovajî wê aramiya herêmê xera bike'.

KCK'ê êrîşên nijatperestiyê yên li dijî gelê kurd li Tirkiyê pêk tên jî nirxand û got: 'Êrîşên nijatperest, derfetên jiyana bi hev re ji holê radikin û zirarê didin biratiyê. Rewşa îro, pêwist dike demokrat, sosyalîst û gelê kurd di bin banekî rêxistinê de werin cem hev. Hewldanên DTP'ê yên ji bo vê, girîngin, lê belê heger çarçoveya wê berfireh be, wê baştir bibe'.

Koma Civakên Kurdistan li hemberî êrîş, operasyon û zextan banga xurtkirina têkoşînê li hemû kurdistaniyan kir.

< <<   >> >