Mal arrow Nûçe arrow Erdal:''Tu şansê çareseriya bê Ocalan û PKK nîne''
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Erdal:''Tu şansê çareseriya bê Ocalan û PKK nîne'' | Çap kirin |

 Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG'ê Dr.Bahoz Erdal diyar kir ku, tu şansê çareseriya bê Ocalan û PKK nîne.

Bahoz Erdal operasyonên artêşa tirk nirxandin û got ku, artêşa tirk wê nikaribe bi operasyonan li hundur û derve encamek bi dest bixe.



Erdal da zanîn ku, artêşa tirk berî operasyona bejahiya li hemberî Herêma Parastina Medyayê pêk bîne, 'Artêşa tirk digot qey, bi operasyonên hewayî, hêza me têk biriye. Operasyosyona bejayî ji ber vê da destpêkirin. Hemû hesabên artêş, desthilatdarî û mûxalefetê li ser qezenckirinê bûn. Wan serkeftin xeyal dikir, lê belê encam ji bo dewlet û artêşa tirk, bû têkçûn'.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Dr.Bahoz Erdal bal kişand ser bandora têkçûna artêşê jî û got: 'Di destpêkê de, têkçûnê bi nakokiyên di navbera artêş û mûxalefetê de xwe da der. Vekirina doza girtinê ya AKP û pevçûna klîkên nava dewletê, encamên têkçûnê ne. Hemiyan amadekariya ji serkeftinê sûdwergirtinê dikir, lê belê bi têkçûnê şoq bûn û ketin nav hewldana sûcdarkirina hev'.

Dr.Bahoz Erdal bi bîr xist ku, dewlet tirk ji bo operasyona li derveyê sînor, ji hêzên navnetewî û herêmî piştgiriya siyasî, dîplomatîk û leşkerî girt, lê belê dîsa bi encama derket holê, careke din îspat bû ku, dewleta tirk nikare bi operasyonan encam bi dest bixe.

Erdal bal kişand ser bandora operasyonê ya li ser gelê kurd jî û got: 'Vê operasyonê rihê serhildanê û yektiya netewî pêş xist. Serhildanên bi 15'ê sibatê dest pê kiribûn, bi operasyon û Newrozê gihiştin asta herî jor. Bi gotineke din, ji vê operasyonê gelê me, rihê serhildanê û HPG qezenckar derketiye û polîtîkayên hukumet û artêşê jî wenda kirine'.

Fermandarê Giştî yê HPG'ê dr. Bahoz Erdal anî ziman ku, artêşa tirk li tevahiya zivistanê li Bakurê Kurdistanê operasyon meşandine û got: 'Ji ber operasyonan şerên dijwar qewimîn. Hin şehadet jî çêbûn. Gerîla bi awayekî qehremanî li ber xwe da. Ji ber ku artêşa  encama li bendêbû bi dest nexist, raya giştî derbarê operasyonan de agahdar nekir.

Dr.Bahoz Erdal diyar kir ku artêşa tirk hê jî li Dersim, Amed, Botan, Garzan û li qadên din ên Bakurê Kurdistanê operasyonan dimeşîne û got: 'Li Dersim û Botanê hin şehadet jî çêbûn. Lê ji ber berxwedana gerîla, operasyonên artêşa tirk bêencam man û ji niha û pê ve jî, wê bê-encam bimînin'.

Erdal careke din, ji bo nebin parçeyê şerê qirêj bang li koruciyan jî kir û got: 'Hêzên dewleta tirk, ji bo têkbirina gerîla, dixwazin bi zext û lîstikan koruciyan bikin parçeyê şerê qirêj. Bi taybetî li gundên Segirkê û Şêxanê ya Şirnexê di pêşengiya Hazim Babat û Yasîn Benek ên bûne çete de, komekê li hemberî me bi kar tînin. Di dema ku gelê kurd serhildanan pêk tîne de, rewşa koruciyan rewşeke şermiye. Divê gelê me ambargoya siyasî, civakî û aborî deyne ser wan û van komên çete lanet bike. Heger ev kom di rewşa xwe ya niha de israr bikin, bila baş bizanin ku, wê tevî xwe ewlekariya can ya malbata xwe jî bixin nav xetereyê'.

Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG'ê dr. Bahoz Erdal, hewldan û lêgerînên çareseriya bê PKK jî nirxandin û got: '25 salin, dewlet û hukumetên tirk, dixwazin bi PKK û Rêberê APO tasfiye bikin û çareseriya li gorî xwe pêk bînin. Hemiyan ev ceriband, daxwaza wan pêk nehat. Berovajî hertim PKK û gelê me qezenc kir. Îro jî, wê encam neguhere. Tu şansê hewldan û lêgerînên çareseriya bê Rêber APO û PKK nîne'.

Dr.Bahoz Erdal gerîlayên di şerên rojên dawî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn, ji malbatên wan re sersaxî xwest û ji gelê kurd jî, ji herdemî zêdetir xwedî li Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, şehîdan û gerîla derkevin.

Fermandarê Giştî yê HPG'ê Dr.Bahoz Erdal bal kişand ser helwesta malbata gerîlayên HPG'ê Nûsrettîn Er û Fûat Tûrgay jî û ku nexwestibûn şîn bê girtin û got: 'Em jî tevlî helwesta malbatên heval Savaş û Azad dibin. Divê hemû welatperwerên kurd, vê helwestê mînak bigirin'.

< <<   >> >