Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Gerîlayên HPG'î bi sloganan hatin veşartin | Çap kirin |
 Bi hezaran kesan, gerîlayên HPG'ê Nusrettîn Er û Fûat Turgay veşartin û soza xurtkirina têkoşînê dan.

Malbata gerîlayê HPG'yî Nûsrettîn Er jî, merasima cenazeyê wekî daweta kurê xwe nirxand û ew bi dest henekirî, veşart.

Xizmên 3 gerîlayên HPG'ê cenazeyê zarokên xwe ji Dersimê girtin û ji bo veşartinê birin Amed, Edene û Gimgimê.

Merasima destpêkê, li Edeneyê ji bo gerîlayê HPG'yî Fûat Tûrgay bi navê kod Azad Servet bi beşdariya zêdetirî 10 hezar kesan pêk hat.

Bi hezaran kesên li Edeneyê cenazeyê gerîlayê HPG'yî pêşwazî kirin, siloganên 'Şehîd Namirin', 'Bijî Serok APO' û 'Katîl Erdogan' qîriyan.

Xwîşk û birayên gerîlayên HPG'î Fuat Turgay, Feryal û Servet, wêneyên birayên xwe hilgirtin û gotin "Ev rûmet nabe para herkesî, ev şeref nabe nisîbê herkesî" û slogana "Şehîd namirin" qîriyan'.

Bavê gerîlayê HPG'yî Fûat Tûrgay Abdulrezzak Turgay jî bi gotina 'tu bi xêr û xweşî hatî kurê min' cenaze pêşwazî kir û got: 'Tu jî wek hemû hevalên xwe, bi şeref û rûmeta xwe hatî. Tu bi hemû hevalên xwe re, bi xêr hatî."

Bi hezaran kesan dûre jî, cenazeyê gerîlayê HPG'yî Fûat Tûrgay bi ala keskûsorûzer pêçandin û li goristana Kuçukobayê bi siloganên 'Şehîd Namirin', 'Bijî Serok APO' û 'Qatil Erdogan' veşart.

Girseya li hev kom bûyî, piştî veşartina gerîlayê HPG'yî, bi vekirina posterên Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê meşek lidarxist û soza xurtkirina têkoşînê da.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Nûsrettîn Er jî, merasimek hate lidarxistin.

Malbata gerîlayê HPG'yî Nûsrettîn Er, merasima cenazeyê wekî daweta kurê xwe nirxand û dest û lingên wî hene kirin.

Merasima ji bo Nûsrettîn Er li gundê Sergevre ya navçeya Amed Bîsmîlê, rêveberên DTP jî di nav de, bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat.

Bi sedan kesan di ketina gund de, bi siloganên 'Şehîd Namirin', Bijî Serok APO' û soza tolhildanê cenazeyê Nûsrettîn Er pêşwazî kir.

Bi sedan kesan dûre cenaze bir mizgefta gund û helwesta malbata gerîlayê HPG'yî, rê li ber dîmenên hestiyariyê vekir.

Birayê Nûsretîn Er, Bîlal Er, piştî pêwistiyên olî axivî û anî ziman ku, ew îro wekî roja daweta Nûsrettîn Er dibînin û got: 'Nûsrettîn evîndarê azadiyê bû. Wî ji çiyayên Dersimê hez dikir. Evîndarê wan bû. Ew bi çiyayên Dersimê destgirtî bû û îro jî roja daweta wî ye'.

Birayê gerîlayê HPG'yî Nûsrettîn Er, Bîlal Er diyar kir ku, ji ber ew vê rojê wekî roja daweta Nûsrettîn dibînin, dest û lingên wî hene dikin û got: ' Me dest û lingên wî hene kirin. Me ji bo wî hene belav kir. Ji ber tevlîbûna wî ya têkoşînê û şehadeta wî, ne em û ne jî dostên me, xemgîn in. Berovajî em bi wî serbiliind in û em şînî nagirin û bila tu kes kincên reş li xwe nekin'.

Qasî hezar û 500 kesan piştî axaftinê cenazeyê Nûsrettîn Er bi ala keskûsorûzer pêçand û bi qîrîna siloganên 'Şehîd Namirin', 'Bijî Serok APO', û 'HPG lêxe tolê bigire' bir goristanên gund.

Girseya li hev kombûyî, li goristanê cenazeyê Nûseretîn Er bi silogana 'Şehîd namirin' veşart û soza xurtkirina têkoşînê da û pişt re çûn mala malbata Er.

Di vê navberê de, malbata gerîlaya HPG'ê Melek Îlhan bi navê kod Faraşîn Ozgur jî, cenazeyê keça xwe girt û ber bi navçeya Muş Gimgimê ve bi rê ket.

Cenazeyê Melek Îlhan wê li navçeya Gimgimê bi beşdariya bi hezaran kesan were veşartin.

Li aliyê din, xizmên gerîlayê HPG'yî Tahîr Koyun bi navê kod Agirî Berxwedan, her çiqas li dozgeriyê bi wêneyan kurê xwe teşhîs kir jî, lê li morga nexweşxaneyê nekarî teşhîs bike.

Li ser vê jî, xizmên Tahîr Koyuncu, ji bo otopsiya DNA mînaka xwîn dan û ji Dersimê veqetiyan.

Di vê navberê de xizmên gerîlayên HPG'yî Vedat Sever, Muhammed Yusuf, Kazim Kizildemîr, Mecît Seyit Gezen, Bahattin Akdag, Munever Muhammed û Şîrîn Huseyîn ji bo teşhîskirina cenazeyan hê neçûne Dersimê.

< <<   >> >