Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Li Dêrsimê şerên dijwar diqewimin | Çap kirin |
Gerîlayên HPG'ê li Amed, Mêrdîn û Bîtlîsê li leşkerên derketibûn operasyonê xistin, herî kêm 7 leşkerên tirk kuştin û îdîaya li Sêrtê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane jî, derew derket.

Operasyona li bejahiya Dersimê dewam dike û HPG'ê jî nasnameya 11 gerîlayên tevlî şer bûne eşkere kir.
Navenda çapemeniya HPG'ê, derbarê çalakî û şerên hefteya dawî de, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku, li Amed, Mêrdîn û Bîtlîsê ji ber operasyona artêşa tirk şer derketine.

HPG'ê da zanîn ku, gerîlayan roja şemiyê li herêma Şehîd Brûsk ya Amedê, leşkerên tirk kirine kemînê û di encamê de 2 leşker kuştine û 3 leşker jî birîndar kirine.

Gerîlayan li hemberî helîkoptera Skorsky ku xwestiye mirî û birîndaran rake jî, çalakiyek pêk anîne û di encamê de helîkoptera Skorsky darbe xwariye.

Navenda çapemeniya HPG'ê anî ziman ku, gerîlayên wan, li herêma Omeriya Mêrdînê jî, leşkerên tirk, ku li nêzî gundê Qawaqê bi cih bûbûn, xistine kemînê.

Di encama çalakiyê de 3 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Gerîlayên HPG'ê, çalakiyeke din, li Bedlîsê, li hemberî leşkerên derketibûn operasyonê pêk anîn.

Di encama çalakiya li herêma Şêx Cuma de jî, 2 leşkerên tirk mirine û 3 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Çapemeniya HPG'ê da zanîn ku, gerîlayên wan, di 4'ê nîsanê de li bejahiya navçeya Sêrt Şîrvanê jî, li leşkerên tirk xistine, lê belê derbarê encamê de agahiyên zelal bi dest neketine.

Di vê navberê de, HPG'ê diyar kir ku, operasyona artêşa tirk di 10'ê nîsanê de li bejahiya navçeyên Çewligê, Yayladere û Karaqoçanê dabû destpêkirin, dewam dikin.

HPG'ê got ku, hêzên tirk di 11'ê nîsanê de li bejahiya navçeya Kigî û di 12'ê nîsanê de, li herêma Şehîd Serxwebûn û qadên Horozbaba, Beşler, Gol, Dalitepe û Şîranê jî, dest bi operasyonan kirine.

HPG'ê anî ziman ku, operasyonên li herêmê hê dewam dikin.


Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser şerê li bejahiya Dersimê.

HPG'ê diyar kir ku, ji ber operasyona hêzên tirk ya 9'ê nîsanê, di 10'ê nîsanê de, li bejahiya Nazimiyeyê şerê dijwar derketiye.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê da zanîn ku, 11 gerîlayên wan tevlî şerê li herêmê bûne, lê belê heta niha ev 11 gerîla hê negihiştine yekîneyên xwe û derbarê aqûbeta wan de jî tu agahî neketiye ber destê wan.

HPG'ê nasnameyên 11 gerîlayên tevlî şer bûne û ji wan tu agahî nehatiye girtin jî, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayên ji wan tu agahî nehatine girtin ev in.

Kazim Kizildemîr bi navê kod Firat Mûnzûr di sala 1975'an de li navçeya Dersim Mazgirtê hatiye dinê.

Nûrettîn Er bi navê kod Savaş Amed di sala 1972'an de li navçeya Amed Bîsmîlê hatiye dinê.

Fûat Tûrgay bi navê kod Azad Servet di sala 1983'an de li Edeneyê hatiye dinê.

Mûhammed Yusuf bi navê kod Dijwar Afrîn di sala 1979'an de li Afrînê hatiye dinê.

Mecît Seyitgezen bi navê kod Sîpan Urmiye, di sala 1985'an de li bajarê Urmiyê hatiye dinê.

Vedat Sever bi navê kod Vedat Agît di sala 1980'î de li Erzurimê hatiye dinê.

Bahattîn Akdag bi navê kod Çiya Zafer di sala 1978'an de li Colemergê hatiye dinê.

Tahîr Koyun bi navê kod Agirî Berxwedan di sala 1984'an de li navçeya Sêrt Misirci hatiye dinê.

Melek Îlhan bi navê kod Faraşîn Ozgur di sala 1979'an de li navçeya Mûş Gimgimê hatiye dinê.

Munevver Mûhammed bi navê kod Hêlîn Engîzek di sala 1984'an de li Dêrîkê hatiye dinê.

Şîrîn Huseyîn bi navê kod Viyan Nurhak di sala 1984'an de li Kobaniyê hatiye dinê.

< <<   >> >