Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Ji hunermendên NÇM çalakî | Çap kirin |
Hunermendên kurd, banga piştgiriya ji bo meşa ber bi Amedê ve kirin.

Navendên Çandên Mezopotamya NÇM wê bi meşeke hunermendan, balê dikişîne ser tecrîta li dijî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên li dijî gerîla, zext û êrîşên dewleta tirk ên li dijî gel.

Komîteya Amadekar diyar kir ku, wê meş di 19'ê nîsanê de ji 15 bajarên Tirkiyê bi beşdariya bi sedan hunermenda dest pê bike û li kolana huner ya Amedê bi dawî bibe.

Ji rêveberên NÇM'ê Nûrûllah Batûr derbarê amadekariyan de li Amedê civîneke çapemeniyê lidarxist û bal kişand ser girîngiya meşê.

Batûr da zanîn ku, ziman, dîrok, çand û zanîna azadiyê, îfadeya nasnameyê ya gel îfade dikin û got: 'Israra di nasnameyê de jî, israra di jiyanê de ye. Ji ber vê, li ser vê mijarê rawestîn ne tenê wezîfeya siyasetmedaran, di heman demê de, wezîfeya hunermendan e jî'.

Batur anî ziman ku ewê bi meşê balê bikişînin ser daxwaza gelê kurd û tecrît, operasyon û êrîşên li dijî gelê kurd jî şermezar bikin.

Piştî civîna çapemeniyê jî, hunermendan bi belavokan ji gel ji bo meşê, piştgirî xwest.

< <<   >> >