Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Artêşa tirk lez da operasyonan | Çap kirin |
Gerîlayên HPG'ê 4 leşkerên din ên tirk kuştin û hêzên tirk jî, li bejahiya Batmanê dest bi operasyonekê kirin.

Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê 2 şerên li Çiyayê Gabarê de, daxuyaniyek weşand.

HPG'ê diyar kir ku, gerîlayên wan di 10'ê nîsanê de, li herêma Şehîd Yilmaz û Findikê, li yekîneyeke artêşa tirk ya derketibû operasyonê xistine.

Di encama çalakiyê de jî, 2 leşker mirine û 6 leşker jî birîndar bûne.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku, gerîlayên wan pêr jî, li Çiyayê Gabarê li leşkerên derketibûn operasyonê xistine.

HPG'ê anî ziman ku, di encama vê çalakiyê de jî, herî kêm 2 leşkerên tirk mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa tirk li bejahiya Batmanê jî, dest bi operasyoneke li dijî gerîlayên HPG'ê kir û operasyona li Bestayê jî dewam dike.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, operasyonê li Çiyayê Mawayê dest pê kiriye.

Helîkopterên ji Fermandariya Alaya Batmanê rabûn jî, leşker û alawaên leşkerî birin herêma operasyonê.

Li gorî agahiyan, operasyona li Çiyayê Mawayê dewam dike, lê belê nayê zanîn heta niha şer derketiye an na.

Li aliyê din, operasyona li herêma Bestayê jî dewam dike.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, ji ber operasyonê li hin noxteyan şer jî derketine û artêşa tirk jî hêzên nû dişîne herêmê.

< <<   >> >