Mal arrow Nûçe arrow Ocalan:'' Piştî vê saetê çi dibe bila bibe, wê kurd wenda nekin''
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ocalan:'' Piştî vê saetê çi dibe bila bibe, wê kurd wenda nekin'' | Çap kirin |
 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, piştî vê saetê çi dibe bila bibe, wê kurd wenda nekin û wê kurd qezenc bikin.

Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî, rewşa pirsgirêka kurd, siyaseta Emerîkayê li hemberî PKK û Tirkiyê, hukumeta AKP'ê û hewldanên pêşxistina nijatperestiyê nirxandin.


Ocalan derbarê rewşa Girtîgeha Îmralî û tenduristiya xwe de jî got: 'Pirsgirêkên tenduristî wekî berê dewam dikin. Rojnameyan di hefteyê de 3-4 heban didin. Çima rojnameyên din nadin nizanim. Hin kovaran jî, nadin. Rojnameyên ku dane jî, nûçeyên derbarê pîrozbahiya Newrozê de sansur kiribûn. Wêneyên Newrozê jê kiribûn. Yanî li gorî wan heger ez wan wêneyan bibînim, ezê moral bigirim. Ji bo vê wêneyan jê dikin. Lê belê nirxên min ên moralê ne tenê girêdayî çend wêneyanin, nirxên min ên moralê kûrtirin'.

Ocalan bal kişand ser polîtiya Emerîkayê ya Rojhilata Navîn û got: 'Rêveberiya Washîntonê ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Tirkiye û hemû hêzan bikarbîne'.

Ocalan piştgiriya Washîntonê ya ji bo Tirkiyê û nîqaşên operasyona hevpara Tirkiyê û Îranê ya li dijî PKK'ê jî nirxand û got: 'Washînton dixwaze di mijara Îranê de, ji Tirkiyê sûdê werbigere. Washinton destûr nade operasyoneke hevpar ya Tirkiye û Îranê'.


Ocalan da zanîn ku, rêveberiya Emerîkayê ji bo berjewendiyên xwe, kurdan û tirkan wekî Îsraîl û Filîstinê, bide şerkirin û got: 'Lê belê wê kurd di vî şerî de wenda nekin. Piştî vê saetê êdî çi dibe bila bibe, wê kurd wenda nekin. Hêzeke rêxistinî û derfetên kurdan hene. Û wê kurd nebin aliyê şer yê wendakirî'.

Ocalan ji bo şaşiyan nekin, rêveberiya tirk hişyar kir û got: 'Ez hişyariyan dikim. Ez şerê kurd û tirk naxwazim. Lê belê heger Tirkiye di rewşa heyî de israr bike, wê rewşa Tirkiye jî, bibe wekî ya Iraqê'.

Ocalan ji bo çareseriya demokratîk, bang li rêveberiya tirk kir û got: 'Heger pêşketinên demokratîk û çareserî pêş bikeve, wê gel jî qezenc bike. Ezê bi xwe jî, ji bo çareseriya demokatîk, rola xwe bilîzim. Ji bo tiştek wisa hêza min heye. Behsa çek-berdanê tê kirin. Heger çareserî pêk were, helbet wê pêwistî bi çekan nemîne. Bila mafên demkratîk ên gelê kurd nas bikin û bigirin bin garantiyê. Yanî heger çareserî pêk were, çekberdan wê di rojekî de pêk were'.

Ocalan bal kişand ser berpiryariya hêzên demokrat, aştîxwaz, rewşenbîr û kedkaran jî û got: 'Min berê jî pêşniyar kiribû. Hêzên demokrat dikarin di çarçoveya Kongeya Komara Demokratîk de tevgerek pêş bixin. Ev hêz dikarin 3 pîvanên wekî 'aştî, demokrasî û antî-tekel' de werin cem hev û dest bi pêşxistina Tevgereke demokratîk ya alternatîf bikin'.

Ocalan, careke din bi bîr xist ku, cihûyan pêşengiya nijatperestiya tirk kiriye û got: 'Cihûyan dest avêtiye nijatperestiya kurd jî. Wekî li Tirkiyê, li Başûrê Kurdistanê jî, nijatperestiyê pêş xist. Li Başûr hewl dan nijatperstiya kurd bikin yek û bi vî rengî kurdan kontrol bikin. Û tiştê balkêş jî ev e, ji vê yekê haya me jî nîne. Wê hemû kurdan bi wir re girê bidin û ji wir kurdan kontrol bikin. Wê Başûr bikin, wekî emîratên Ereb û Katar. Pere encamên ji faktorên leşkerî û siyasî girîngtir derdixin holê. Hin alî vê yekê nizanin. Bajarên ku, berî çend sed salan, London û Amsterdam, pişt re li Erebistana Siûdî û Katarê, niha jî li Başûr ava dikin.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser hêz û berxwedaniya PKK'ê jî û got: 'Nikarin PKK'ê biqedînin. Balafirên casûsî yên bêpîlot û teknolojiya pêşketî didin Tirkiyê. Bi vî rengî Tirkiyê bi ser PKK'ê de dişînin. Ji bo PKK xwe pêş bixe jî, bingehê amade dikin û derfetan didin. Yanî li hemberî Tirkiyê, PKK'ê jî, hazir dihêlin. Temamî naxwazin biqedînin. PKK wekî herêmeke tampon hazir dihêlin. A rast, ev helwesta Emerîkayê ji bo her du aliyan jî xeter e. Ji Tirkiyê re dibêjin, heger tu tiştên em dixwazin bikî, emê alîkariya bidin hewldanên te yên ji bo qedandina PKK'ê. Alawên leşkerî, balafir û tiştên din didin, lê belê destûra qedandina PKK'ê nadin'.

Ocalan ev helwest, wekî polîtîkaya kîvroşk bireve, tazî bigire' nirxand û got: 'Berê îngîlîzan polîtîkaya kuştina kûçik bi kuçik dimeşand. Niha Emerîka heman polîtîkayê dimeşîne. Kurdan û tirkan dide şerkirin. Bi hev dide kuştin. Lê bila baş were zanîn ku, di vî şerî de wê kurd wenda nekin û wê kurd qezenc bikin'.

Ocalan siyaseta hukumeta AKP'ê jî nirxand û got: 'Emrê AKP'ê hindik ma. Heta 5 meh an salek ya wê nikaribe li ber xwe bide. AKP ya wê hewl bide rewşa xwe ya heyî biparêze û bi vî rengî wekî CHP û MHP marjînal bibe û yan jî wê demokratîk bibe. AKP di 5 salên dawî de, bi polîtîkaya berjewendîperest gel îdare kir, ol bikaranî. Lê belê êdî AKP nikare vê polîtîkayê bimeşîne. Bixwaze jî, ne artêş, ne Emerîka û ne jî gel destûr dide. AKP li çaryanê ye û wê mecbûr tercîhek bike'.

Ocalan, hunermenda îtalî Pîppa Bacca ku ji bo balê bikişîne ser aştiyê, ji Mîlano ber bi Tel Avîvê bi rê ketibû û li navçeya Kocaelî Gebzeyê rastî tecawizê hatibû û dûre hatibû qetilkirin jî bi bîr anî.

Ocalan got ku, vê bûyerê gotinên min ên derbarê jin û çanda tecawizê de piştrast kirin. Ev tenê bûyerek e. Her roj gelek bûyerên heman renîg pêk tên û her roj gelek bûyerên tecawizê pêk tên.

Ocalan ji parlementerên DTP'ê yên jin jî xwest ku, xebatên ji bo azadiya jinan û projoya Komara Demokratîk zêde bikin.

Ocalan da zanîn ku, ji girtîgehan gelek name gihiştine destên wî û ji ber nameyan spasî hemû girtiyan kir û ji wan xwest ku, xebatên xwe yên nivîsandin û xwendinê bidomînin.

Rêberê KCK'ê kurdistaniyên li Suriyê, Îran, Iraq, Rûsya û Ewropayê û hemû kurdistaniyên tevlî pîrozbahiya Newrozê bûbûn pîroz û silav kirin û ji wan xwest ku, rêxistina xwe pêş bixin.

< <<   >> >