| Li Dêrsimê şerên dijwar diqewimin | | Çap kirin | |
|
Li bejahiya Dêrsimê ji ber operasyonên artêşa şerên dijwar diqewimin û li Çemizgezekê jî, gerîlayên YJA STAR li leşkerên tirk xistin û 2 leşker kuştin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, şerê li Dersimê, li bejahiya Dokuzkaya û navçeya Nazimiyê pêk tên. Li gorî agahiyan, ji her du aliyan jî, wendahî hene, lê belê derbarê hejmarê de tu agahî bi dest neketin. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku hin cenazeyên ku tê îdîakirin yên gerîlayên HPG'î ne anînê nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê heta niha 7 cenaze û jinek birîndar a bi navê Guneş Tekîn birine nexweşxaneyê. Hêzên tirk li derdora nexweşxaneyê kontrol zêde kirine û destûr nadin kesek ji derve bikevin hundur. Li aliyê din, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Dersimê, ji ber şerên li bejahiya bajêr, ketin nava tevgerê. Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl, Endamên Meclîsa Şaredariya bajêr, rêxistina DTP, EMEP, ESP, DHP, KESK, ÎHD, Baroya Dersim û Komeleya Maf û Azadiyên Bingehîn daxuyaniyeke girseyî dan çapemeniyê. Serokê DTP'a Dêrsimê Murat Polat daxuyanî xwend û xwest ku rojek zû dawî li operasyonên li herêmê bê anîn. Bi sedan kesên li hev kom bûyî, siloganên 'Qatil Erdogan' û 'Dewleta qatil wê hesabê bide' qîriyan. Li aliyê din, li bejahiya navçeya Çemizgezekê jî, gerîlayên YJA-STAR'ê doh li leşkerên derketibûn operasyon xistin. Di encama çalakiya gerîlayên YJA-STAR'ê de, 2 leşkerên tirk mirin û gelek leşker jî birîndar bûn. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 