Mal arrow Nûçe arrow Ji birîndarên bûyerên Newrozê Fahrettîn Şedal jî, jiyana xwe ji dest da.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ji birîndarên bûyerên Newrozê Fahrettîn Şedal jî, jiyana xwe ji dest da. | Çap kirin |
50 hezar Geveriya şehîdê Newrozê Fahrettîn Şedal bi sloganên tolhildanê veşart.

Cenazeyê Fahrettîn Şedal serê sibê ji nexweşxaneya lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate girtin û li ser Pireya Şakitan a Geverê bi konvoya ji 600 wesayîtan pêk dihat hate pêşwazîkirin.

Piştre konvoy ber bi avahiya DTP'a Geverê ve bi rê ket. Nêzî 50 hezar kesên ku li ber avahiya partiyê bûn, cenaze hilgirt û ber bi Mizgefta Abdullah Canan ve dest bi meşê kir.

Piştî ku muameleyên olî yên li Mizgefta Abdullah Canan qediyan, girseyê ber bi Goristana Geverê ve dest bi meşê kir.

Di meşê de sloganên wekî "PKK gel e gel li vir e", "tolhildan, tolhildan, tolhildan", "Ciwan herin Botanê ji bo welatê azad", "Zeydanê Bêşeref" hatin avêtin.

Şaredarê Colemêrgê Kazim Kurt, şaredarê Şemzînanê Hurşît Tekîn û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî di nav de tevlî girseyê de bûn berbi goristanê ve meşiyan.

Her wiha, di meşê de ala Konfederalîzma Demokratîk a 5 metre jî hate vekirin. Di meşê de hîn caran çalakiya rûniştinê jî hatin lidarxistin.

Merasîma cenaze, bê bûyer bidawî bû. Ji bo Fahrettîn Şedal li Mizgefta Geverê kona sersaxiyê hate danîn. Serdanên konê, wê heta 3 rojan bidomin.

< <<   >> >