|
Dadgerên Elman weke dadgehên tirk tevgeriyan û 3 sal û nîv ceza dan Sîyasetmedarê Kurd Mûzaffer Ayata.
Muzaffer Ayata ku ji Tebaxa 2006an û vir ve li girtîgeha Kalsrûhe dimîne, li Frankfûrtê seat di 10 an de derket pêşberî dadgehê. Ayata, di pareznameya xwe ya îro de, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ya demokratîk û zordestîya dewleta Tirk. Heyeta Dadgahê 3 sal û nîv cezayê girtîgehê da siyasemedarê Kurd Muzaffer Ayata. Mûzaffer Ayata, 20 salan di girtîgehên Tirkiyê de mabû û berî 4 salan hatibû Elmanyê.
Li aliyê din Polîsên Elman avêtin ser komeleya Bremenê 2 kes kirin binçavan. Polîsê Elman îro danê sibê bi ser Komeleya Biratî ya li Bremenê de girt. Polîs li komeleyê lêgerîn pêk anîn, dest danîne ser hemû kompûteran û Kenan Koç û kesekî ku navê wî nehate zanîn girtin binçavan. Polîsên elman di 27ê sibatê de jî avêtibû ser Navenda Çanda Kurd a li Kasselê û gelek kurdistanî girtibûn binçavan. |