Mal arrow Nûçe arrow Dadgeha tirk 2 sal cezayê girtîgehê da Leyla Zana.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Dadgeha tirk 2 sal cezayê girtîgehê da Leyla Zana. | Çap kirin |
Dadgeha tirk, 2 sal cezayê girtîgehê da, parlementera berê ya DEP'ê û Berdevka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Zana.

Rûniştina doza Leyla Zana ya ji ber gotina '3 serokên kurd hene' hatibû vekirin, îro bi dawî bû.

Leyla Zana di Newroza 2007'an de gotina '3 serokên kurd hene' bi kar anîbû û gotibû: 'Ji van yek, mam Celal, yê din Kek Mesût û yê 3'mîn jî, Serok Ocalan e'.

Dozgeriya tirk jî, ji ber vê gotinê, bi îdîya pesnê sûc û sûcdar daye, derbarê Leyla Zana de doz vekiribû.

Rûniştina dozê jî, îro li 6'mîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat.

Leyla Zana di parastina xwe de bi bîr xist ku, gelê kurd Abdullah Ocalan, wekî rêberê xwe dibîne û got: 'Çawa ku li cem gelê kurd, kurdî axaftin, bi kar anîna gotina Kurdistan an birêz Ocalan ne sûce, baweriya vê tevgerê jî, ne sûc e. Xwedî-derketina 'Rêberê xwe' berpirsyariya însanî, vîjdanî, ehleqî û siyasiye'.

Zana bal kişand ser silogana 'PKK gel e gel li vir e' û got: 'Hê doh, bi mîlyonan welatiyên me, vê siloganê qîriyan. Divê ev peyama gelê kurd, baş û rast were xwendin'.

Zana, bi terorîstî sûcdarkirina daxwazên aştî, azadî û wekhevî yê gelê kurd, wekî heqeretek nirxand û got: 'Li deverê şer heye, wê aştî jî çê bibe. Serokwezîrê Îsraîlê birêz Îzzak Rabîn bi salan birêz Yaser Arafat terorîst îlan kir, lê belê dûre bi hev re danezan aştiyê xwendin. Dîsa Serokdewletê Efrîkaya Başûr De Klerk, birêz Nelson Mandela wekî terorîst dît, lê belê dûre serokdewletî dewrî wî kir'.

Leyla Zana ji heyeta dadgehê xwest ku, îdîayên dozger red bike û biryara beratê bide.

Lê belê heyeta Dadgehê, bi îdîaya pesnê sûc û sûcdar daye, 2 sal cezayê girtîgehê da Leyla Zana û ji ber parastina wê jî, daxuyaniya sûc da dozgeriyê.

< <<   >> >