| Erdal:''Tu hêz û derdor nikare gerîlayê kurd têk bibe''. | | Çap kirin | |
Fermandarê Giştî yê HPG'ê dr.Bahoz Erdal diyar kir ku, ''tu hêz û derdor nikare gerîlayê kurd têk bibe''.Dewreya Perwerdehiyê ya Şehîd Medenî ya Dibistana Perwerdehiya îdolojîk ya Hakkî Karer bi merasimeke li Herêmên Parastina Medyayê pêk hat. Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG'ê dr.Bahoz Erdal, fermandarên HPG û YJA-STAR'ê jî di nav de, gelek gerîla tevlî merasimê bûn. Fermandarê Giştî yê HPG'ê dr.Bahoz Erdal di merasimê de axivî û bal kişand ser hêz û tercubeya 25 salî ya gerîlayên kurd. Erdal da zanîn ku, artêşa tirk li tevahiya zivistanê hewldanên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dewam kirine û got: 'Ji aliyekê operasyonên li Bakur zêde kirin, ji aliyê din ve jî, bi heman operasyonên hewayî yên li hemberî Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Di meha sibat de jî, bi teknîka pêşketî berê xwe da Başûr. Armanc têkbirina hêza gerîla û belavkirina Biryargeha Navendî bû. Lê belê tiştên ku ji bo me fikirîbûn, hatin serê wan'. Dr.Bahoz Erdal bi bîr xist ku, gerîlayên kurd xwedî tercubeyeke 25 salîne û got: 'Tu kes û hêz wê nikaribe gerîlayê kurd têk bibe. Gerîla gihiştiya asta karibe hemû êrîşan pûç derxe'. Fermandarê Giştî yê HPG'ê dr.Bahoz Erdal anî ziman ku, wan li Zapê balona Yaşar Buyukanit teqandine û got: 'Gelê me jî, bi awayekî herî baş xwedî li tevgera me derket û biryarbûna xwe nîşanê hemû cîhanê da. Gerîla li Zapê û gel jî li qadan li dewleta tirk xist'. Piştî axaftina dr.Bahoz Erdal gerîlayên tevlî perwerdehiyê bûbûn, kom bi kom sond xwarin. Gerîlayan dûre jî, dîplomayên xwe ji destê Fermandarê xwe yê giştî dr. Bahoz Erdal girtin. Piştî merasima leşkerî jî, şahiya moralê hate lidarxistin û komên muzîkê yên gerîla, bi stranên xwe beşdarên şahiyê coşandin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Fermandarê Giştî yê HPG'ê dr.Bahoz Erdal diyar kir ku, ''tu hêz û derdor nikare gerîlayê kurd têk bibe''.