| Di navbera gerîlayên HPG û leşkerên tirk de şer derket. | | Çap kirin | |
|
Li bejahiya Sêrtê di navbera gerîlayên HPG û leşkerên tirk de şer derket û li bejahiya Amedê jî, li ser îfadeyên îtîrafkarekî operasyoneke berfireh dest pê kir.
Şerê li bejahiya Sêrtê li nêzî gundê Çayirli yê navçeya Aydinlarê derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, şerê li herêmê dewam dike û artêş bi helîkopteran piştgirî dişîne herêma şer. Derbarê encama şer de agahî bi dest neketin. Di vê navberê de, hêzên tirk, li bejahiya Amedê, li ser îfadeyên îtîrafkar Nevzat Çetîn dest bi operasyoneke berfireh kir. Kesekî bi navê Nevzat Çetîn berî demekê ji HPG'ê reviya û bû îtîrafkar. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, îtîrafkar Nevzat Çetîn îdîa kiriye ku, gelek gundên Lîce û Qulpê alîkarî didin HPG'ê û li ser vê îdîayê jî, leşkeran avêtine ser gundên herêmê. Heman çavkaniyan dan zanîn ku, Nevzat Çetîn navê 120 kesan dan û heta niha leşkeran gelek gundiyên herêmê girtine binçavan. Li aliyê din, îtîrafkar Nevzat Çetîn li herêma Şehîd Remzî û Apê Mûsa jî hin noxte nîşan dane û li ser vê jî, hêzên tirk li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, helîkopter jî piştgirî didin operasyonê û hin noxteyên îtîrafkar Nevzat Çetîn nîşan dane bombe dikin. Di vê navberê de, artêşa tirk ji bo piştgiriya operasyonên li Besta û Gabarê leşker û alavên leşkerî şandin. Çavkaniyên herêmê jî diyar kirin ku, operasyonên li herêma Besta û Gabarê bi piştgiriya helîkopteran dewam dike. Ji aliyê din ve, hêzên tirk, doh ji Cizîr û navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî, bi konvoyeke 20 wesaîtî gelek leşker û alawên leşkerî, şandin herêma sînor yê Çelê. Hêzên tirk, li Colemêrgê jî li gelek deveran noxteyên kontrolê yên cerdevanan ava kirine û ev yek jî rê li ber reaksiyona rûniştvanên bajêr vekir. Li aliyê din, artêşa tirk gelek tank jî şandin herêmê û li gorî agahiyan tank li sînorê Başûrê Kurdistanê bi cih kirine. Divê navberê de riya Dêrsim û Erzinganê jî ji seatên sibê ve ji trafîkê re hate girtin. Li aliyê din li ser riya Şirnex û Cizîrê li nêzî gundê Îkîzceyê dema wesaîta sivîl ya cerdevanan derbast dibû teqînek pêk hat. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB