Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Derhenerê fîlmê Berîtan Halîl Ûysal şehîd ket. | Çap kirin |
Di şerên li herêma Bestayê de, 20 leşkerên tirk hatine kuştin û derhenerê fîlmê Berîtan Halîl Ûysal û 3 gerîlayên din jî, jiyana xwe ji dest dan.


Hêzên tirk di 28'ê adarê de, li herêma Besta ya Şirnexê bi beşdariya bi hezaran leşkeran, dest bi operasyoneke berfireh kiribû.

Ji ber operasyonê jî, di 29, 30 û 31'ê adar û 1'ê nîsanê de, şerên dijwar derketibû.

Artêşa tirk îdîa kiribû ku, di encama şer de, 16 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane û 3 fermandarên wan jî, hatine kuştin.

Navenda çapemeniya HPG'ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî îdîaya artêşa tirk derew derxist.

HPG'ê da zanîn ku, di şeran de tenê 4 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane, lê belê di encama heman şeran de herî kêm 20 leşkerên tirk hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, şer di 29, 30, 31'ê adarê û 1 ê Nîsanê li herêma Hêzil û Avyanê yên Bestayê derketine.

Navenda çapemeniya HPG'ê aniye ziman ku, di şerê 29'ê adarê de, 11 leşker hatine kuştin û gelek leşker birîndar bûne, derbarê encama şerê 30'ê adarê de jî agahî bi dest neketine.

HPG'ê derbarê şerê 31'ê adarê de jî agahî da û got ku, gerîlayên wan leşkerên tirk xistine kemînê, di encamê de 9 leşker kuştine.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku, di 1'ê nîsanê de jî li heman herêmê şer derketiye û di encama vî şerî de, 4 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

HPG'ê diyar kir ku, artêş û çapemeniya tirk wendahiyên xwe vedişêrin û hejmara gerîlayên jiyana xwe ji dest dane jî, bi zanebûn zêde nîşan didin.

Navenda Çapemeniya HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên di şerê 1'ê nîsanê yê li Bestayê de jiyana xwe ji dest dane jî, eşkere kirine.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev in.

Halîl Îbrahîm Ûysal, di sala 1973'an de li Almanyayê hatiye dinê.

Îrfan Akkuş bi navê kod Masîro Gortun, di sala 1983'an de li navçeya Amed Lîceyê hatiye dinê.

Evîn Bîngul bi navê kod Ararat Adar di sala 1978'an de li navçeya Bîtlîs Norşînê hatiye dinê.

Beyan Alîm bi navê kod Doza Welat di sala 1978'an de li navçeya Şirnex Beytuşebabê hatiye dinê.

KCK'ê derhêner Halîl Ûysal û 3 gerîlayên pê re jiyana xwe ji dest dabûn peyama sersaxî û bîranînê weşand.

Komîteya Çand û Hunerê ya KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser şehadeta Halîl Ûysal û 3 gerîlayên din û soza bi cih anîna daxwazên Ûysal û hevalên wî da.

Komîteya Çand û hunerê da zanîn ku, Halîl Ûysal çand û hunerê ya PKK'ê û têkoşîna gerîla kiriye yek û ligel derfetên kêm, çand û hunera PKK'ê ji dîrokê re kiriye mal.

KCK'ê diyar kir ku, Halîl Ûysal fikra çanda demokratîk bi awayekî herî baş temsîl dikir û di pêşketina çand û hunera sînameya kurd de jî, roleke girîng lîstiye.

Komîteya Çand û Hunerê ya KCK'ê bi bîr xist ku, Halîl Ûysal jiyana gerîla bi fîlm û belgeselan, mafdarî û rewabûniya Tevgera Azadiya Kurd ragihandiye cîhanê.

KCK'ê anî ziman ku, Halîl Ûysal jahrdayina Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan qebûl nekiriye û ji bo têkoşînê li deverê herî germ bidome, derketiye rêviya Bakur. Halîl Ûysal bi nêzîkatiya hunera herî baş li qada şer çêdibe, derkete rê. Ji bo vê jî, hemû qadên Başûr geriya û xwest berxwedana hevalên xwe bi hunera xwe ragihîne cîhanê.

Komîteya Çand û Hunerê ya KCK'ê bal kişand ser daxwazên Halîl Ûysal û got: 'Daxwaza wî ya sereke bi rêya hunerê, jiyana gerîla ragihandina gel bû. Baweriya wî ev bû û ev dikir û xeyalê wî jî, çêkirina fîlmeke derbarê jiyan û têkoşîna Rêber APO bû. Lê belê ev projeya wî nîvco ma'.

KCK'ê soz da ku ewê xwedî li huner û projeyên nîvco mayî yên Halîl Ûysal derkeve û wî bi xurtkirina têkoşînê, bi bîr bîne.

< <<   >> >