Mal arrow Nûçe arrow Navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derket.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derket. | Çap kirin |
 Navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derket.

Dîwana Edeletê ya Ewropayê, navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxist.

Dîwana Edeletê ya Ewropayê biryara derbarê serlêdana PKK û Kongra-Gel de, eşkere kir û biryara Konseya Wezîran ya Yekitiya Ewropayê ya derbarê PKK'ê de betal kir.

Konseya Wezîran ya Yekitiya Ewropayê di 2'ê gulana 2002'an de Tevgera Azadiya Kurd PKK û di cotmeha 2003'an de jî Kongra-Gel wekî rêxistinên terorîst îlan kiribûn.

PKK û Kongra-Gel û kurdistaniyan reaksiyoneke tûnd nîşanê biryara Konseya Wezîran ya Yekitiya Ewropayê dabû.

Rayedarên PKK û Kongra-Gel jî, ji bo betalkirina biryara Konseya Wezîran, serî li Dîwana Edeletê ya Ewropayê dabû.

4 parêzerên PKK û Kongra-Gel parastin, li dijî lîsteya terorê 10 klasor tijî belge pêşkeşî dadgehê kiribûn, biryara terorîst îlankirina PKK û Kongra-Gel wekî neheqiyek û li dijî hiqûqa Yekitiya Ewropayê nirxandibûn.

Parêzeran ji Dîwana Edeleta Ewropayê xwestibûn ku li gorî hiqûqa yekitiyê tevbigere û biryarê betal bike.

Dîwana Edeletê jî, piştî nirxandina parastina parêzeran, biryara xwe eşkere kir û biryara Konseya Ewropayê betal kir.

Dîwana Edeletê wekî sedem jî, ne-agahdarkirina rêxistinan û nedana mafên parastinê nîşan da.

Bi vê biryarê jî, êdî navê PKK û Kongra-Gel di lîsteya rêxistinên terorîst yê Yekitiya Ewropayê de cih negire.

Dîwana Adeletê ya Yekitiya Ewropayê di tîrmeha 2007'an de, derbarê Partiya Komînîst a Fîlîpînê û Eniya Rizgariya Netewî ya Filîpînê de jî, biryareke heman rengî dabû.

Hiqûqnas jî, biryarên Dîwana Edeletê ya derbarê PKK, Kongra-Gel û 2 rêxistinên Filîpînî de, wekî têkçûna lîsteya rêxistinên terorîst yê Yekitiya Ewropayê nirxandin.


< <<   >> >