| Navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derket. | | Çap kirin | |
Navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derket.Dîwana Edeletê ya Ewropayê, navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxist. Dîwana Edeletê ya Ewropayê biryara derbarê serlêdana PKK û Kongra-Gel de, eşkere kir û biryara Konseya Wezîran ya Yekitiya Ewropayê ya derbarê PKK'ê de betal kir. Konseya Wezîran ya Yekitiya Ewropayê di 2'ê gulana 2002'an de Tevgera Azadiya Kurd PKK û di cotmeha 2003'an de jî Kongra-Gel wekî rêxistinên terorîst îlan kiribûn. PKK û Kongra-Gel û kurdistaniyan reaksiyoneke tûnd nîşanê biryara Konseya Wezîran ya Yekitiya Ewropayê dabû. Rayedarên PKK û Kongra-Gel jî, ji bo betalkirina biryara Konseya Wezîran, serî li Dîwana Edeletê ya Ewropayê dabû. 4 parêzerên PKK û Kongra-Gel parastin, li dijî lîsteya terorê 10 klasor tijî belge pêşkeşî dadgehê kiribûn, biryara terorîst îlankirina PKK û Kongra-Gel wekî neheqiyek û li dijî hiqûqa Yekitiya Ewropayê nirxandibûn. Parêzeran ji Dîwana Edeleta Ewropayê xwestibûn ku li gorî hiqûqa yekitiyê tevbigere û biryarê betal bike. Dîwana Edeletê jî, piştî nirxandina parastina parêzeran, biryara xwe eşkere kir û biryara Konseya Ewropayê betal kir. Dîwana Edeletê wekî sedem jî, ne-agahdarkirina rêxistinan û nedana mafên parastinê nîşan da. Bi vê biryarê jî, êdî navê PKK û Kongra-Gel di lîsteya rêxistinên terorîst yê Yekitiya Ewropayê de cih negire. Dîwana Adeletê ya Yekitiya Ewropayê di tîrmeha 2007'an de, derbarê Partiya Komînîst a Fîlîpînê û Eniya Rizgariya Netewî ya Filîpînê de jî, biryareke heman rengî dabû. Hiqûqnas jî, biryarên Dîwana Edeletê ya derbarê PKK, Kongra-Gel û 2 rêxistinên Filîpînî de, wekî têkçûna lîsteya rêxistinên terorîst yê Yekitiya Ewropayê nirxandin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB
Navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derket.