| Operasyon û şerên li herêma Besta dewam dikin | | Çap kirin | |
|
Operasyon û şerên li herêma Besta dewam dikin û artêşa tirk jî, ji ber wendahiyên xwe, dest bi şerê psîkolojîk kir.
Operasyon û şerên li herêma Besta dewam dikin û artêşa tirk jî, ji ber wendahiyên xwe, dest bi şerê psîkolojîk kir. Gerîlayên HPG'ê pêr yekîneyeke taybet xistibû kemînê û di encmê de yuzbaşî Hasan Hatil, as-sûbay Faruk Kaya û Cengîz Gulcu kuştibûn. Ji ber çalakiya gerîlayan ya ji bo bîranîna 9 gerîlayên di şerê 12'ê adarê yê li Bestayê de jiyana xwe ji dest dabûn, 5 tîmên taybet yên tirk jî birîndar bûbûn. Artêşa tirk jî doh bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina yuzbaşî û 2 as-sûbayan û birîndarbûna 5 tîmên taybet piştrast kiribû. Di vê navberê de, artêşa tirk ji ber darbeya pêr xwar, lez da şerê psîkolojîk. Serfermandariya artêşa tirk îdîa kir ku, di şerê li herêma Bestayê derketiye de, 16 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê çavkaniyên herêmî û serbixwe ev îdîaya artêşa tirk piştrast nekirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, di şerê pêr de, artêşa tirk darbe xwariye û gotin ku, yekîneya pêr ketiye kemîna gerîlayan, kemîneke taybete û ji fermandaran pêk dihat. Heman çavkaniyan gotin ku, her çiqas artêş dibêje yuzbaşiyek û 2 as-sûbay mirine, lê belê di rastiyê de hejmara fermandarên mirine û birîndar bûne zêde ne. Serfermandarî jî, ji bo darbeya xwariye veşêre, lez daye şerê psîkolojîk. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 