| Ocalan:'' Tu alî nikaribe pêşiya PKK'ê bigire'' | | Çap kirin | |
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, heger çareseriya demokratîk pêk neyê, wê tu alî nikaribe pêşiya PKK'ê bigire. Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û banga çareseriya demokratîk û diyalogê li rayedarên tirk kir û derbarê mijarên rojevê de peyamên girîng dan. Ji serokwezîr dixwazim operasyonan rawestîne'.Ocalan bi bîr xist ku ji nîsana 1993'an û pê ve ji bo çareseriya demokratîk xebatan dimeşîne û got: '15 salin di nava hewldana aştî û diyalogê de me. Nunerên Tûrgût Ozal hatin cem min. Necmettîn Erbakan name şand. Ji artêşê peyam dihatin. Hetta fermandarek hat, niha naxwazim navê wî bidim. Digot 'Ey APO' ma ne heyfe hem hev dikujin. Bêyî ku em hev bikujin jî, em dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Min bi xwe jî, dema li derve bûn, gelek name, kaset û peyam şandin. Min ew cidî girtin û hewl da bersiv bidim hewldanên ji bo çareseriya demokratîk. Lê nebû'. Ocalan da zanîn ku, heger Ozal û Erbakan li ser karbûna, wê heta niha pirsigêrka kurd çareser bûbûya û got: 'Ez bi xwe ji bo çareseriya demokratîk xebatan dimeşînim. Lê belê heger wisa dewam bike, nizanim ezê karibim pêşiya PKK'ê bigirim'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji bo opersayonan rawestîne bang li artêşa tirk jî kir û got: 'Pêşniyara min ya ji bo artêşa rawestandina operasyonan e. Li hemberî vê, wê PKK çi bike, ez nizanim. PKK jî heta niha gelek tişt kir. Di vê riyê de gelek wendahî jî da. Ez berpirsyariya vê digirim ser xwe'. Ocalan anî ziman ku, ji niha û pê ve wê berpirsyariyê negire ser xwe û got: 'Ji niha û pê ve, wê PKK bi xwe biryarê bide. Rê û rêbazên wê bişopîne, bila bi xwe biryarê bide. Ezê têkildar nebim, li vir tenê mafên min yê rexneyê heye. Ocalan doza girtinê ya li dijî DTP'ê jî nirxand û got: 'Ev doz girîng e. Bi vê dozê wê biryara derbarê kurdan de were dayin. A rast, Destûra Bingehîn wê di vê dozê de, biryara 'kurd dikarin partiyeke demokratîk ava bikin an nekin bide'. Ocalan, biryara Dîwana Edeleta Ewropayê ya derbarê PKK'ê de jî nirxand û got: 'Ev biryarên siyasî ne. Tenê bi çavê hiqûqî li van biryaran nenêrin. Hiqûq girêdayî siyasetê ye. Ev yek li Tirkiyê jî wisa ye. Em wekî terorîst îlan kirine, wê demê divê parastina me bigirin. Ez avakarê PKK'ê me. Berpirsyariya min heye. Wê demê divê werin min guhdarî bikin û terorîst çiye û kî ye, ez ji wan re bibêjim'. Ocalan êrîşên li dijî xwendekarên kurd ên Zanîngeha Akdenîzê jî nirxandin û got: ' Nijatperest êrîşê xwendekarên kurd dikin. Ev tirkperestên sexte ne. Teorîsyenên tirkîtî cihûyên bi navê Leon Kahun û Hermann Vamberî ne. Bi pêşxistina tirkîtî, gelan dixin qirika hev. Bi tirkîtiyê ermeniyên hezar sal bi hev re jiyan, dijmin îlan kirin. Dûre ew kuştin û yên man jî qewirandin. Niha heman tiştî li hemberî kurdan dikin'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina roja çarşemê de, li ser lîstikên îngîlîz, nijatperestiya ereb û lîstikên li dijî kurdan jî rawestiya. Ocalan da zanîn ku, nijatperestiya Baas ya ereban jî, heman hêza derxistiye pêş û got: 'Ma wisa jî nijatperestî dibû? Tiştên hatin ser Sadam û hevalên wî tên zanîn. Binêrin nijatperestiya ereb xistin çi rewşî. Wê mudaxeleyê Îranê jî û Suriyê jî bikin. Ev piştî çend mehan an çend salan mudaxele bikin nizanim. Lê Demokrat jî û Komarparêz jî werin ser kar, wê heman tiştî bikin. Emerîka, ji bo dengê xwe dernexe, Rûsya tehdît kir û jixwe Çînê jî di bin kontrolê de digirin'. Ocalan diyar kir ku, wê sibe-du-sibe dor were Tirkiyê jî û got: 'Li Îranê şîîyan kurd qetil kirin. Heger niha jî firsed bibînin wê kurdan qetil bikin. Li Iraqê jî, heger firsed bikeve destê erebean, wê kurdan qetil bikin. Divê kurd li hemberî van talukeyan polîtîkayeke hevpar diyar bikin û parastina xwe pêş bixin'. Ocalan, ji bo xerakirina lîstikan, hebûna DTP'ê ya li parlemena Tirkiyê wekî firsedek nirxand û ji parlementerên DTP'ê jî xwest ku, ji bo xerakirina lîstikan bikevin nava tevgerê'. Ocalan careke din bal kişand ser girîngiya akademiyekê û got: 'Gelek rewşenbîr û akademîsyenên me hene. Lê belê akademiyeke wan nîne. Ez fêm nakim, DTP çima akademiyek ava nake'. Ocalan nîqaş û aloziyên li Tirkiyê jî wekî şerê 2 klîkan nirxand û got: 'Li Tirkiyê 2 klîk hene. Yekî Erdogan û yê din jî Baykal temsîl dike. Wekî şerê laîsîzm û ol nîşan didin, lê belê ev ne rast e. Şerê wan şerê desthilatdarî û berjewendiyan e. Ev her du klîk jî, şerê xwe li ser kurdan dimeşînin. Li hev kirine û dixwazin kurdan ji holê rakin. aliyek dibêje, 40 sale ez bi kurdan re şer dikim û xwediyê dewletê ez im. Olperest jî dibêjin, hezar sale ew xwediyê vê axê ne û ji ber vê jî xwediyê dewletê ew in. Na. Her du jî ne rast in. Xwediyê vê axê, gelê demokrat bi xwe ye'. Ocalan ji gelê kurd xwest ku, ji nîqaşên laîsîzm û olperestiyê dûr bisekinin û got: 'Ev hemî lîstikin. Listika destxistina desthilatdariyê ye. Divê gelê me ji van dûr bisekine'. Ocalan îdîayên wekî têkiliyên wî bi rêxistina îstixbarata tirk MÎT'ê hene jî, red kirin û got: 'Hin derdor van îdîayan bi zanebûn belav dikin. A rast lîstik ev e. Piştî Şemzînanê birîfîng dan AKP'ê. Jê re gotin, ewê destûr bidin Desthilatdariya wê û Serok-komar jî bi xwe hilbijêre. Tenê bila kurdan dewrî wan bike. Di vê mijarê de li hev kirin û piştî wê jî 500 hezar leşker bi ser kurdan de şandin'. Ocalan nîqaşa Serokwezîrê tirk û Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu jî wekî îşaretên faşîzmê nirxand û got: ' Tanrikulu mecbûr maye civîn terikandiye. Bila xwe nexapînin. Erdogan derbarê kurdan de bi artêşê re li hev kiriye. Kurd dewrî artêş kirine. Tanrikulu ne kesekî radîkale, hetta kesê herî lîberal e. Heger ligel vî, hatiye qewirandin, wê çaxê li holê faşîzmeke cidî heye'. Ocalan li ser pêşniyara xwe ya pêkanîna Kongeya Komara Demokratîk jî got: 'Heger ev pêk nayê, di çarçoveya kordînasyonekê de jî dikarin xebat bên meşandin. Min berê jî gotibû, gotinên 'antî-tekek, demokrasî û aştî, girîng nin. DTP, SDP, ODP, EMEP û partî û rêxistinên wekî va dikarin ji bo demokratîkkirina Tirkiyê, di xebatên hevpar de cih bigirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, heger çareseriya demokratîk pêk neyê, wê tu alî nikaribe pêşiya PKK'ê bigire.