Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Ayna: Dewlet hewl dide ciwanên DTP'ê îlegalîze bikin | Çap kirin |

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî ciwanên partiya xwe şermezar kirin û got ku, hêzên dewletê hewl didin ciwanên DTP'ê îlegalîze bikin.

Ciwanên DTP'ê di 2'mîn kongreya awarte de, rêziknameya xwe guhert û navê 'Ciwanên Welatperwer ên Demokratîk YDG girt.

Her çiqas DTP'ê derbarê guhertinê de, Serdozgeriya Dadgeha Bilind agahdarkiriye jî, lê belê dîsa hêzên tirk, rêxistina ciwanên DTP'ê YDG'ê wekî rêxististineke îlegal dibînin û operasyonan pêk tînin.

Di demên dawî de, bi îdîaya rêxistina ciwanên DTP'ê, YDG rêxistina ciwanan ya PKK'ye, bi dehan ciwanên DTP'yî hatin girtin.

YDG jî îro li Navenda Giştî ya DTP'ê tevî Hev-serok Emîne Ayna, parlementerên partiyê Selahattîn Demîrtaş, Sevahîr Bayindir û rayedarên partiyê civîneke çapemeniyê lidarxist.

Endamê Ciwanên Welatperwer ên Demokrat YDG'ê Mehmet Aslan di civînê de axivî, bal kişand ser zextan û got ku, endamên wan ji ber bahaneyên kêfî tên girtin.

Aslan ji zext, binçavkirin û girtinan hukumeta AKP'ê berpirsyar girt û da zanîn ku, AKP berîya hilbijartinên herêmî dixwaze pêşiya DTP'ê bigirin.

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna jî di civînê de axivî, pêkanînên li dijî ciwanên DTP'î şermezar kir û got ku, hukumeta AKPê hewl dide ciwanên DTP'ê îlegalîze bike.

Li aliyê din, ji rêveberên DTP'a Agiriyê Semra Yel, bi îdîaya endama rêxistineke îlegal hate girtin.

< <<   >> >