Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Kujerên 13 kurdistaniyan hê li derve ne | Çap kirin |

Di ser bûyerên piştî şehadeta 14 gerîlayên HPG'ê, ji ber êrîşên hêzên tirk li Amed, Qoser û Batmanê rû dabû 2 sal derbasbûn, lê belê kujerên 13 kurdistaniyan hê li derve ne.

Hêzên tirk di 24'ê adara 2006'an de li herêma Şenyayla ya Mûşê 14 gerîlayên HPG'ê bi çekên kîmyewî qetil kirin.

Ji 14 gerîlayan, 6 gerîla amadîbûn û malbatên wan ji bo veşartinê cenaze birin Amedê.

Lê belê hêzên tirk mudaxeleyê merasimên cenazeyan kirin û rê li ber bûyeran vekirin.

Hêzên tirk li Amedê 11, li navçeya Mêrdîn Qoserê 2 û li Batmanê jî, kurdistaniyeke bi giştî 14 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.

Di ser bûyeran re 2 sal derbasbûn, lê belê derbarê kujerên 14 kurdistaniyan û bi dehan birîndaran de tu doz nehate vekirin.

Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan jî, wê demê çûbû Amedê, piştgirî dabû êrîşên hêzên tirk û gotibû, jin bin jî, zarok bin jî, wê hêzên ewlekarî tiştên pêwist bikin.

ÎHD û Baroya Amedê derbarê bûyeran de rapor amade kiribûn û sûcên hêzên tirk îspat kiribûn, lê belê dîsa jî derbarê kujer û êrîşkaran de, tu doz nehate vekirin.

Kurdistaniyan bi wesîleya 2'mîn salvegerê, êrîşên hovane yên hêzên tirk şermezar kirin, qûrbanên komkujiyan bi bîr anîn û careke din xwestin ku kujer û berpirsyarên êrîşan werin cezakirin.

< <<   >> >