Mal arrow Nûçe arrow GEL: Mudurê polîsên yên Wan, Colemerg û Sêrtê ji wezîfeyê bên girtin
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
GEL: Mudurê polîsên yên Wan, Colemerg û Sêrtê ji wezîfeyê bên girtin | Çap kirin |

Daxwazên ji bo walî û mudurê polîsên yên Wan, Colemerg û Sêrtê ji wezîfeyê bên girtin, zêde dibin.

Li navçeya Riha Sêwreg, Mûş, Ardaxan û Stenbolê, terora dewletê ya li hemberî pîrozbahiyên Newrozê hate şermezar kirin.

Serokê DTP'a Sêwregê Hasan Koyuncu li ber avahiya partiyê bi beşdariya gelek kesan daxuyaniyek da çapemeniyê û terora dewletê şermezar kir.

Koyun cu ji ber êrîşan xwest ku Wezîrê Karên Hundurîn yê tirk Beşîr Atalay, walî û mudurên polîsan ên Wan, Colemerg û Sêrtê îstifa bikin.

Li Mûşê jî, bi sedan kesên li avahiya DTP'ê hatin cem hev, ji bo şermezarkirina terora dewletê heta avahiya şaredariyê meşiyan.

Serokê Komeleya Xizmên Girtiyan yê Mûşê Mehmet Alî Karaguzel li ber şaredariyê li ser navê girseyê daxuyaniyek xwend û ji êrîşan Wezîrê Karên Hundur ê tirk Beşîr Atalay, wezîrê perwerdehiyê Huseyîn Çelîk û walî û mudurên polîsan ên Wan, Colemerg û Sêrtê berpirsyar giritn.

Karaguzel xwest ku, wezîrê karên hundur îstifa bike û walî û mudurê polîsan jî, ji wezîfeyê bên girtin.

Li Ardaxanê jî, rêxistinên civaka sivîl li avahiya DTP'ê bi civîneke çapemeniyê terora dewletê şermezar kir.

Li navçeya Mêrsîn Tersûsê jî, rêxistina DTP'ê bi daxuyaniyeke girseyî terora dewletê şermezar kir.

Li Stenbolê jî, rêxistinên civaka sivîl li şaxê Egîtîm-Sen ya li Mecîdiyekoyê li hev kom bûn, terora dewletê şermezar kirin û xwestin ku, walî û mudurên polîsan ên Wan, Colemerg û Sêrtê ji wezîfeyê bên-girtin.

< <<   >> >