Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
ÎHD: Êşkence belavî kolan bû | Çap kirin |

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê ÎHD'ê rapora derbarê pîrozbahiyên Newrozê de eşkere kir û da zanîn ku êşkence belavî kolan bûye.

Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Reyhan Yalçindag rapor eşkere kir û êrîşên li hemberî pîrozbahiyê wekî êşkece belavî kolanan bûye nirxand.

Yalçindag diyar kir ku, ji ber êrîşan 2 welatî mirine, 900 welatî hatine binçavkirin û piraniya kesên binçavkirî jî, bi êşkenceya dijwar re rû bi rû mane.

Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Reyhan Yalçindag da zanîn ku polîsan bi armanca kuştinê êrîşê welatiyan kirine û got: 'Di pîrozbahiyên Newroza îsalê de, gelek binpêkirinê pêk hatine.

Yalçindag bi bîr xist ku, hêzên tirk di salên 90'î de êrîşên pîrozbahiyên Newrozê dikirin û îmze diavêtin bin sûcên li dijî mirovahiyê û got: 'Îro jî, li Wan, Colemerg, Gever û Sêrtê, sûcên li dijî mirovahî pêk hatin'.

Yalçindag bal kişand ser bûyerên 28'ê adarê 2006'an û got: 'Ji ber berpirsyarên êrîşên 28'ê adara 2006'an, bêceza man, bûyerên îro rû dan. Heger wê demê berpirsyar û êrîşkar bihatana cezakirin, wê bûyerên îro rûnedana'.

Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Reyhan Yalçindag anî ziman ku, bûyerên li Wan, Colemerg, Gever û Sêrtê, ji ber helwestên rayedaran derketine û xwest rojek zû, walî, mudurê polîsan û qeymeqamên deverên lê bûyer derketine, ji wezîfeyê werin girtin.

< <<   >> >