Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
AFP: PKK Tirkiye hişyar kir | Çap kirin |

Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP'ê diyar kir ku, PKK Tirkiye hişyar kiriye.

AFP'ê derbarê êrîşên li hemberî pîrozbahiyên Newrozê de, cih da gotinên ji rayedarên PKK'ê Bozan Tekîn.

AFP'ê daye zanîn ku, Tekîn ji dewleta tirk xwestiye guh bide dengê azadiyê yê gelê kurd û dawî li êrîşan bîne.

Li gorî ajansa fransî AFP'ê, Bozan Tekîn rêveberiya tirk hişyar jî kiriye û gotiye, heger dewleta tirk êrîşan nerawestîne, ewê jî, mafê bersivdayinê bikarbînin.

Tekîn bal kişandiye ser pîrozbahiyên Newrozê jî û gotiye ku, gelê kurd bi pîrozbahiya careke din dilsoziya xwe ya bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û PKK'ê re aniye ziman.

AFP'ê aniye ziman ku, ji rayedarên PKK'ê Bozan Tekîn êrîşên dewleta tirk ên li hemberî sivîlan, wekî israra di polîtîkaya asîmîlasyon û tunekirinê de nirxandiye.

Tekîn derbarê hewldana dagirkeriya artêşa tirk ya li hemberî Başûrê Kurdistanê de jî, ji AFP'ê re gotiye ku, Tirkiye ligel piştgiriya Emerîkayê, bi ser neketiye û ji gerîlayan darbeyên mezin xwarine.

Tekîn bi bîr xistiye ku li Başûrê Kurdistanê 9 baregehên artêşa tirk hene û gotiye, heger ji destê artêşa tirk bihata wê hebûna xwe zêde bikira, lê belê ji ber hêza gerîla, nekarî.

Tekîn li ser piştgiriya îstixbaratê ku Emerîka dide Tirkiyê jî gotiye, ev piştgiriya Emerîkayê, bandor li gerîla û operasyonan nake, wan li hemberî tehdîtên emerîkayê jî, tedbîrên pêwist girtine.

Rayedarê PKK'ê Bozan Tekîn li ser pirsa AFP'ê ya wekî bihar tê û hûnê çi bikin jî? gotiye ku, wan hemû amadekariyên pêwist kirine û PKK niha ji herdemê zêdetir bi hêz e.

< <<   >> >