|
Ji bo fermandarê HPG'yî Abdulkerîm Ertaş wê sibe merasimeke temsîlî were lidarxistin. Di şerê 12'ê adarê yê li Bestayê de, endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê bi navê kod Kûrtay Faraşîn tevî 8 hevalên xwe yên din jiyana xwe ji dest dabû. Xizmên gerîlayan serî li serdozgeriya Şirnexê dabûn û xwestibûn cenaze bên dayin, lê belê ev daxwaza wan nehatibû bi cih kirin. Ji 9 gerîlayan, ji bo endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê bi navê kod Kûrtay Faraşîn wê sibe saet di 10'an de li Goristanên Şabaniyeyê, merasimeke temsîlî were lidarxistin. Însiyatîfa Gel a Wanê jî, ji gel xwest ku, tevlî merasima sibe bibe. |