| Di bombebarana hêzên Îranê de 2 sivîl birîndar bûn | | Çap kirin | |
|
Hêzên Îranê di 10 Adarê û virve heremên Qendilê bombebaran dike. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku doh danê sibê gundên Şînawe, Zergê û Erkê yên bajarokê Jarawe ji aliyê hêzên Îranê ve hatine bombekirin. Di encama bombebaranê de ji gundê Deştê Îbrahîm Abdullah û ji gundê Soregulê ji na binavê Hacer Huseyîn Ehmed birîndar bûn. Li aliyê din şarêdarê Jarawe Azad Wîsu diyarkir ku bombeyên hatine avêtin, li nava gundan ketine û di encamê de gelek sewal telef bûne. Li herêma Qendîlê jî piranî gundên Rizge, Erka, Şînawa, Spîgla û Maredû tên bombekirin. Hate hînbûn, ji ber bombebaranê 10 gund hatine valakirin, gellek sivîl cih û warên xwe terikandine ji neçarî koçî navenda Jarawe kirine û gelek ji wan jî di nava konan de dimînin. Li aliyê din, artêşa îranê bi hezaran leşkerî li herêma sînor bi cih kirin û YNK jî bêdengiya xwe dewam dike. PJAK'ê jî, hêzên Îranê hişyar kirin û got ku, heger operasyon û êrîş dewam bikin, ewê mafê bersivdayinê bikarbînin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 