Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Di bombebarana hêzên Îranê de 2 sivîl birîndar bûn | Çap kirin |

Hêzên Îranê di 10 Adarê û virve heremên Qendilê bombebaran dike.

Çavkaniyên heremî dan zanîn ku doh danê sibê gundên Şînawe, Zergê û Erkê yên bajarokê Jarawe ji aliyê hêzên Îranê ve hatine bombekirin.

Di encama bombebaranê de ji gundê Deştê Îbrahîm Abdullah û ji gundê Soregulê ji na binavê Hacer Huseyîn Ehmed birîndar bûn.

Li aliyê din şarêdarê Jarawe Azad Wîsu diyarkir ku bombeyên hatine avêtin, li nava gundan ketine û di encamê de gelek sewal telef bûne.

Li herêma Qendîlê jî piranî gundên Rizge, Erka, Şînawa, Spîgla û Maredû tên bombekirin.

Hate hînbûn, ji ber bombebaranê 10 gund hatine valakirin, gellek sivîl cih û warên xwe terikandine ji neçarî koçî navenda Jarawe kirine û gelek ji wan jî di nava konan de dimînin.

Li aliyê din, artêşa îranê bi hezaran leşkerî li herêma sînor bi cih kirin û YNK jî bêdengiya xwe dewam dike.

PJAK'ê jî, hêzên Îranê hişyar kirin û got ku, heger operasyon û êrîş dewam bikin, ewê mafê bersivdayinê bikarbînin.

< <<   >> >