| 2 leşkerên tirk hatin kuştin | | Çap kirin | |
|
Di şerê li herêma Şehîd Remzî de, 2 leşkerên tirk hatin kuştin. Navenda çapemeniya HPG'ê diyar kir ku di 17'ê adarê de li herêma Şehîd Remzî ya Eyalet Amedê de şer derketiye. Di encama şer de jî, 2 leşkerên tirk hatine kuştin. HPG'ê da zanîn ku, piştî vê wendahiyê hêzên tirk bi temamî ji herêmê vekişiyane, lê belê doh careke din li herêmê dest bi operasyonê kirine. Li gorî daxuyaniyê opersyon li qada Geliyê Kuvî yê herêma Şehîd Remzî dewam dike. Di vê navberê de, HPG'ê anî ziman ku, operayona di 24'ê adarê de li herêma Hêzik û Kurmik ên Lîceyê dest pê kiribû jî, hê dewam dike. Li aliyê din, HPG'ê destnîşan kir ku, hêzên tirk li Çiyayê Gabarê, ji 20 'ê sibatê û pê ve Girê Gûyîna, ji 28'ê sibatê û pê ve Kela Şerefiye û ji 22'ê adarê pê ve jî Girê Kela Beremerê bi cih bûne. Navenda çapemeniya HPG'ê herwiha da zanîn ku, artêşa tirk li gundê Useka ya Şemzînanê jî, dest bi çêkirina qereqolekî kiriye. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
