| Artêşa tirk amadekariya operasyoneke nû dike | | Çap kirin | |
|
Artêşa tirk li sînorê Başûrê Kurdistanê amadekariya operasyoneke nû dike. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di demên dawî de li herêma sînor tevgera leşkerî ya artêşa tirk zêde bûye. Heman çavkaniyan gotin ku ji aliyekê balafirên casûsiyê li herêmê keşfê dikin û ji aliyê din ve jî, hejmara leşker û alawên leşkerî ya li herêmê tên zêdekirin. Çavkaniyên herêmî ev tevger wekî amadekariyeke operasyoneke nû nirxandin. Çavkaniyên nêzî HPG`ê jî gotin ku, heger artêşa tirk bikeve nav hewldaneke din ya dagirkeriyê, wê ji yên heta niha darbeyên mezin bixwe. Li aliyê din, hêzên tirk ji bo piştgiriya operasyonê ji Agirî û Patnosê gelek leşker şandin Dersimê. Hêzên tirk li bejahiya Dersimê, operasyoneke li dijî gerîlayên HPG'ê dimeşînin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku, helîkopter jî, ji hewayê piştgirî didin operasyonê. Li aliyê din, artêşa tirk , ji bo piştgiriya operasyonê ji Agirî û navçeya Patnosê gelek leşker û alawên leşkerî sewqî Dersimê kirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
